Rêxistina Efûyê ji bo rojnamegerên girtî bang kir

img
STENBOL – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo rojnamegerên girtî bang kir û xwest ku rojnamegerên mafê wan ê azadiyê hatiye binpêkirin, bên berdan.
 
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, têkildarî rojnamegerên girtî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi îmzeya berpirsyara çapameniyê ya rêxistinê Fatma Yorur hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di demên dawîn de binçavkirin û girtina rojnamegeran rê li ber fikaran vedike.
 
‘EM BI FIKAR IN’
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hedefgirtina rojnamegeran a bi kêfî û Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) re bê dawîkirin û ev tişt hat gotim: “Mafê azadiya ramanê yê rojnameger Bariş Terkoglû, Bariş Pehlîvan, Hulya Kilinç, Mûrat Agirel, Aydin Keser û Mehmet Ferhat Çelîk hatiye binpêkirin û ji ber exneya rayedarên dewletê bi awayekî ne adîl derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Em ji vê yekê bi fikar in.”
 
‘DARIZANDIN WAN NE DI CIH DE YE’
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê azadiyê di kêm rewşan de tê sînorkirin û ev tişt hat ragihandin: “Rojnamegeran agahiyên di nav cemaweriyê de geriyane kirine nûçe û eleqaya beşeke mezin a raya giştî kişandine. Ji ber vê yekê em weke rêxistina efûyê darizandina wan di cih de nabînin û bi fikar in. Em bang dikin ku rojnamegerên girtî bên berdan.”