Parlamenter Habîb Eksîk: AKP ji bo diziye qeyûman tayîn dike

img
ÎDIR – Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk, bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Bajaroka Xalfeliyê Hasan Safa da û diyar kir ku AKP ji bo diziye qeyûm tayîn dike.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk, bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Bajaroka Xalfeliyê ya Îdirê Hasan Safa da. Eksîk, diyar kir ku li gel gefa vîrûsa koronayê jî AKP polîtîkaya xwe ya tayînkirina qeyûman didomîne û wiha got: “Ev mînaka herî şênber a dijminahiya kurdan e. Bajaroka Xalfeliyê bi tavahî kurd e. Hevşaredarên me bi kedeke mezin ji gelê bajarokê re dixebitîn. AKP’ê vê yekê hezm nekir û şaredariyê desteser kir. Bi vê jî bi sînor neman hevalê me Hevşaredar Hasan Safa jî girtin. AKP bi dijminahiya xwe ya li hemberî gel re ketiye rewşeke şênber.”
 
‘WÊ GEL AKP’Ê BIŞÎNE SER SERGO’
 
Di berdewamê de jî Eksîk, detnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin gelê herêmê li dijî vîrûsa koronayê bê parastin bimîne û ev tişt anî ziman: “Tu hinceteke hiqûqî ya girtina Hevşaredar Hasan Safa tuneye. Li tu şaredariyeke HDP’ê ne nelirêtî ne jî tiştekî şaş heye. AKP ji bo diziye qeyûm tayîn dike. Dikare gel, siyasetmedar û hevşaredarên me bike girtîgehan lê em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Wê ev gel elbet rojekê AKP’a ku di vê pêvajoya zor de vîna wî xesp dike bişîne ser sergoyê dîrokê. Wê hesabê vê yekê di sindoqê de ji AKP’ê bê xwestin.”