PEN'a Kurd ji malbata Keyo Cegerxwîn re sersaxî xwest

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda PEN'a Kurd li ser malpera xwe sersaxî ji malata Keyo Cegerxwîn re xwest
 
Navenda PEN'a Kurd ku endamê PEN'a Navneteweyî ye ji bo lawê Helbestkar Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn li ser malpera xwe peyama sersaxiyê weşand. PEN'a Kurd di metna sersaxiyê de wiha got: “Welatparêzê Hêja Keyo Cegerxwîn, li Swêdê, li bajarê Stokholmê ji ber Vîrusa Koronayê, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Em wek PENa Kurd sersaxiyê ji malbata wî û miletê Kurd re dixwazin, cihê wî cunnet be. Keyo Cegerxwîn endamê komele û federasyonên Kurdan bû û di xebatê kurdewarî de her tim cih digirt. Keyo Cegerxwîn layê nivîskar û helbestvanê bi nav û deng Seydayê Cegerxwîn e. Seydayê Cegerxwîn jî pênc salê xwe yê dawî li Swêdê derbas kiribû û li bajarê Stockholmê koça dawî kiribû."  
 
PEN'a Kurd anî ziman ku piraya rewşenbîr û welatparêzê Kurd yê ku çalak di nav kar û barên xizmeta miletê xwe de bin, jiyana wan her dikeve xetereyan û mecbûr dimînin koçber bibin, derkevin derveyî welêt û wiha got: "Seydayê Cegerxwîn li dervî welêt jiyana xwe ji dest dabû lê anîn li Qamişlo, li hewşa wî veşartin û ew di nav xelkê welatê xwe de ye. Mixabin ji ber rewşa awarte ya Vîrusa Koronayê Keyo Cegerxwîn wek bavê xwe ne bi şens bû ku xwe bigihîne axa welatê xwe û ma li xerîbiyê. Em bi windakirina te pir xemgîn in, oxira te ya xêrê be."