Li Rezan hin tezgahên bazarê hatin girtin

img

AMED – Li Taxa Bagcilari ya navçeya Rezan li Bazara Şemiyê hin dezgeh hatin rakirin.

 
Li Bazara Şemiyê ku li Taxa Bagcilari ya navçeya Rezan a Amedê tê danîn, sererastkirineke nû hat kirin. Li bazara ku ji Bulwara Qamişlo heta Kolana Şengalê tê danîn ji aliyê zabiteyan ve dezgehên mesî, kinc, hêk û goşt hatin rakirin. Tenê destûr hat dayîn ku dezgehên fikî û zêrzewat bên danîn. Zabiteyan navber xistin nav van dezgehan.
Bazirganên ku dezgehên wan hatin rakirin bertek nîşanî zabiteyan dan û diyar kirin ku tiştekî ku bikn tuneye û heke nexebitin dê nikaribin debara xwe bikin.
keremke