YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir

img
EDENE – Mazbataya Serokşaredarê Navçeya Ceyhana Edeneyê yê CHP’yî Kadîr Aydar bi hênceta mehkûmiyetê hat betalkirin. 
 
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi hênceta mahkûmiyetê mazbataya Serokşaredarê Naçeya Ceyhana Edeneyê Kadîr Aydar betal kir. AKP ji bo betalkirina mazbataya Aydar serî li YSK’ê dabû. 
 
Piştî serlêdana AKP’ê, Aydar parastina xwe kiribû. Piştî parastinê YSK’ê îro biryara xwe eşkere kir û mazbata Aydar betal kir.