‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’

  • rojane
  • 09:15 29 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas derbarê binpêkirnên mafan ên li girtîhan de xwest saziyên  navnetewî yên serbixwe li girtîgehan bigerin û got: “Di girtîgehê de mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye. Ku mafê tenduristiyê bê binpêkirin mafê jiyanê tê binpêkirin." 

 
Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas, têkildarî binpêkirinên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne nirxand. Çakas, diyar kir ku ji xeynî gera derve azadiya hemû mafê girtiyan heye wiha got: “Girtî tenê nikare biçe bigere. Ji xeynî wê hemû mafê wî heye. Dikare bi malbatê parêzeran re hevdîtinê bike, pirtûkê bixwîne, werzîşê bike, tedawî bibe hwd. Divê bê şert hemû mafên girtiyan werin qebûl kirin. Eger em bi vî çavî li meseleyê nenêrin dê pirsgirêk zêdetir bibin. Divê mafê girtî yê spor, hevdîtin, ragihandin û hwd. neyê astengkirin.”
Çakas, lêgerîna tazî jî rexne kir û got: “Kesek dema tê binçavkirin di lêgerîna û kontrolan re derbas dibe, lê dema tê girtin dîsa girtîgeh lêgerîna tazî lê ferz dike. Ji xwe ev kes bi awayekî hûrgilî lêgerîna wî hatiye kirin. Ji bo lêgerîna tazî tu hincetên hiqûqî nînin. Di vir de îzolekirin û tecrîd heye.”
 
‘GIRTÎGEH MECBÛRIN HER ROJNAMEYÊ BIGIRIN’
 
Çakas, bibîrxist ku girtîgeh mecbûrin ku her rojnameyê bigirin û wiha berdewam kir: “Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku rojname, kovar û pirtûk maf e û nayên astengkirin. Dadgehê biryar daye, lê dîsa girtîgeh ji wezîrê dadê nêrînê dixwaze. Li wir dixwazin ku girtiyan ji maf û civakê dûr bixin.” 
 
‘JI BER ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ GIRTÎ NEXWEŞ DIKEVIN’ 
 
Çakas, bibîr xist ku li girtîgehan hêjmara girtiyên nexweş zêde dibin û girtÎ jiyana xwe ji dest didin ûgot: “Li vir du cureyên nexweşiyan heneb. Nexweşiyek ji ber şert û mercên girtîgehan e. Ya duyem jî mafê tendirûstiyê û tedawiyê tê astengkirin. Ji ber kui nayên dermankirin nexweş dikevin.” 
 
‘TEDAWIYEKE RAST NAYÊ KIRIN’
 
Çakas, bal kişand ser muayeneya bi kelepçe û wiha axivî: “Ev li dijî qanûnên navnetewî û mewzûatê ye. Nêzîkatî û tedawiyeke rast nayê kirin. Eger saziya tiba edlî derbarê girtiyekê-î de biryara "ew kes nikare bi tenê bijî” bide  wê demê divê ev kes bê berdan.  Kesên dest û piyên wan tune girtî ne. Em dixwazin ku bi awayekî dadxwaz û wekhev li mijarê bê nêrîn. Divê hemû girtî ji mafê tenduristiyê sûd bigirin. Kesên nikaribe bi tenê li girtîgehê bijî divê bê berdan. Ger ku girtî be ev sûc e. Ev meseleya hemû civakê û mirovahiyê ye. Nêzîkatiya girtiyên nexweş nêzîkatiya mirov bi xwe ye. Divê ev kirinên girtîgehan bên îfşakirin”‘POLÎTÎKAYA GIRTÎGEHAN POLÎTÎKAYA SIRGÛNKIRINÊ YE’
 
Çakas, bal kişand ser sirgûnan jî û wiha lê zêde kir: “Kesekî-a ji Şirnexê sewqî herî dûr ê Behra Reş bikin, ew sirgûn e. Polîtîkaya girtîgehan ji Bandirmayê ber bi Afyonê ve ji Tarsûsê ber bi Qeyserîyê ve sirgûnkirine. Her girtîgehek xwedî kuralên taybet in. Ev kural li dijî qanûn û zagonan in. Girtiyan bi navê sewqê sirgûn dikin. Bi vê yekê dixwazin girtiyan ji civak û malbatên wan dûr bixin û tecrîd bikin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku dûrxistina girtiyan a ji malbatê binpêkirina mafan e. Lê daxwazên me yên der barê sirgûnkirinê de pêk nehat. Dayîka 80 salî ji Amedê diçe Şakrana Îzmîrê ziyareta girtiyan. Ev nayê qebûlkirin. Divê hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan vê yekê bixin rojeva xwe. Divê saziyên  navnetewî yên serbixwe li girtîgehan bigerin. Binpêkirina tenduristiyê binpêkirina mafê jiyanê ye.” 
 
MA - Fahrettîn Kiliç