* Şanoya Bajêr a Amedê, ji bo cihê xwe yê nû çê bike li benda piştevanî û alîkariyê ye.
* Zarokên nexweşîna Kîs Fîbrozîsê li wan peyda bûye û li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ne, ji ber ku SGK'ê heqê dermanên wan nedaye, di beşa lênerîna awarte de tên girtin. Malbatan, ji bo zarokên wan bijîn bang li rayedaran kirin.
* Wesîle Dînç a di 14 saliya xwe de zewici û niha dayika 7 zarokan e li gel temenê xwe yê 50 salî jî ev 5 sal in li kuçeyên Amedê bi erebeya xurdevaniyê şûşeyên plastîkî dide hev û debara malbata xwe bi vê rêbazê dabîn dike.
* Rêvebirê SES'ê Mehmet Emîn Yilmaz, diyar kir ku ji ber koronavîrusê ku li Îranê jî peyda bûye li Wanê bûye sedema dilnerihetiyê û got, dibêjin wê kesên koronavîrus li wan peyda bibe bibin Nexweşxaneya Eskeriyê, lê belê ev der ji bo nexweşînê ne cihekî guncav e.
* Berevajî hejmarên fermî, çavkaniyên pêbawer dibêjin hejmara eskerên li Îdlîbê mirine 160 in. Her wiha seranserê sînorê Yayladagî û Kilîsê jî tevdîr hatine girtin û welatî diltirsî bûne ku êrîş çê bibin.
* Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdîne dê 5'emîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. (10.00)
* Koordînasyona Heskifê, dê gundên di bin avê de dimîne ziyaret bike û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-19.00)
* Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê û xizmên windayan, ji bo “Winda bên ditin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên şemiyê li pêş avahiyên ÎHD'ê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin, dê di hefteya 779’an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00-14.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê dê têkildarî 8'ê Adarê li avahiya xwe şahiyekê li dar bixe. (13.00)
* Rêxistinên sivîl û pîxeyî yên Amedê dê li salona Konferansê ya Tahîr Elçî bi tevlêbûna Omer Faruk Gergerlioglu û Prof. Dr. Haluk Savaş bi ser navê “Birînên KHK’ê" panelê li dar bixin. (15.00)
* Pirtûka Leylan a Selahattin Demirtaş dê ji aliyê hevjîna wî Başak Demirtaş û xwişka wî Aygul Demirtaş ve li Pirtûkxaneya Lilavê bê îmzekirin. (15.00)
* Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, de li Ofîsa Dolmabahçe bi wekîlê partiya xwe re kom bibe.