Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin

  • rojane
  • 19:08 28 Sibat 2020
  • |
img
STENBOL  – Ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin 2 jê piştî encama DNA'yê radestî malbatan hatin kirin û malbatan piştî 2 sal û 70 rojî cenazeyên xwe veşartin. 
 
Di 19'ê Kanûna 2019'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenazeyên PKK'yiyan hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Berê 16 cenaze teslîmî malbatan hatibûn kirin û îro jî piştî encamên DNA'yê diyar bûn du cenazeyên din jî teslîmî malbatan hatin kirin. 
 
Malbatên ji bo cenazeyên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn, dozgeriyê serlêdana wan qebûl kir û îro danê sibehê malbat çûn Midûriyeta Goirstana Zeytînbûrnûyê ewraqên xwe teslîm kirin. Piştî ewraqan malbat çûn Goristana Bêkesan a Kîlyosê û cenaze wergirtin. 
 
Yek ji cenazeyên teslîmî malbatê hat kirin ê Cengîz Demîr (Samî) ye. Demîr, di sala 1999'an de tev li nav PKK'ê bûye û di payiza dema agirbsta yekalî ku piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû ragihandin û gerîla vekişiyabûn jiyana xwe ji dest dabû. Wê cenazeyê Demîr li gundê Fîs ê Licêya Amedê bê veşartin. 
 
Cenazeyê din jî ê Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) e. Sîpan, Di sala 2014'an de li Kobaniyê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Wê cenazeyê Doner li gundê Kûndûs ê Xîzan a Bedlîsê bê veşartin.