'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'

  • rojane
  • 09:15 28 Sibat 2020
  • |
img

RIHA - Xebtakarê Beşa Daîreya Îcrayê ya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê yê berê û Parêzerê Baroya Strasboûrgê Oleksandr Ovhynnykov, piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan. 

Xebtakarê Beşa Daîreya Îcrayê ya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê yê berê û Parêzerê Baroya Strasboûrgê Oleksandr Ovhynnykov, dozên Tirkiyeyê yên li ber destê Komîteya Wezîran, bipirsgirêk in û got, giş der barê binpêkirina mafên mirovan, lêpirsînên çalak û azadiya dînî de ne. Ovhynnykov, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Selahattîn Demîrtaş de jî û got, hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla ehlaqî ve diviya Tirkiye Demîrtaş berdana. 
 
Ovhynnykov, diyar kir ku li DMME'yê dosyeyên der barê Tirkiyeyê yên di warê mafê jiyanê, lêpirsîna çalak û azadiya dînî de hene û got, ji vana der barê hinan de jî biryarên îcrayê hatine dayîn. Ovhynnykov, got: "Tirkiye ne zarokê herî tiral ê polê ye. Li welatên din jî heman tişt heye." 
 
‘DIVIYA DEMÎRTAŞ BIHATA BERDAN' 
 
Her wiha Ovhynnykov, bal kişand ser dosyeya Hevserokê Giştî yê HDP'Ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî ku dosyeya wî ji DMME'yê re hatibû şandin. Ovhynnykov, anî ziman ku DMME'yê biryar daye ku mafên mirovan hatiye binpêkirin û xwestiye bê berdan û got, divê ev biryar pêk bê. Ovhynnykov, got: "Em dikarin v pirsê bikin. Piştî biryarê meqamên tirk dikaribûn Demîrtaş berdin? Helbet dikaribûn. Lê ev nekirin. Nekirina wan dijî pîvanên navneteweyî ye? Di vê mijarê de pir ne amin im. Çimkî biryar ne biryareke teqezbûyî ye. Hikmên qanûnê vekirî ne. Heta biryar tam aşkere nebe, îcraya wê jî ne mimkin e. Li gor qenaeta min, hem ji hêla ehlaqî hem jî j hlêa hiqûqî ve diviya meqamêntirk ew berdana."