ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 28 Sibat 2020
  • |
img

* Xebtakarê Beşa Daîreya Îcrayê ya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê yê berê û Parêzerê Baroya Strasboûrgê Oleksandr Ovhynnykov, piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan. 

* Li Amedê baxçeyê Pirtûkxaneya Gel jî dan ber îhaleyê û kirin "Baxçeyê Çayê yê Malbatî". Kesên tên vî "baxçe"yî piranî jê xwendekar in û li vira wextê xwe bi okê derbas dikin. 
 
* Qeyûm Midûra Dibsitanê Gulseren Ozlem Yildiz ku ji ber gelek nelirêtiyan der barê wê de gelek lêpirsîn hatiye destpêkirin, kir midûra MARMEK'ê. 
 
* Li Amedê birûskê li minareya mizgeftekê xistibû û minare texrb bûbû. Piştî vê hatibû gotin, wê minare wekî berê bê çêkirin. Lê belê minareya berê hat xerakirin û li şûna wê minareke ku bi navê plaza tê binavkirin hat çêkirin. Piştî her du minare ne wek hev bûn, vê carê jî rabûn minareya kevirî ya din jî xera kirin. 
 
* Jinên stenbolî, wê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî komkujiyên jinan û şidetêê dakevin kuçeyan. Jinan, daxwazn xwe yên ji bo wkehevî û azadiyê cardin dubarekirin û gazî hemû jinan kirin ku dakevin qadan.
 
* Girtiyan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên kêfî êdî asta herî jor û gotin, girtiyê ku rojek berê ew anîn qawîşê jî cezayê hucreyê lê birîne. 
 
* Hejmara 150'mîn a Kovara Nûbiharê derket. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, anî ziman ku li dijî asîmlasiyonê dabûn ser vê rêyê û niha di vê rêyê de 28 sal li dû xwe hiştine. 
 
* TJA, dê bi minasebeta 8'ê Adarê li Postexaneya Ofîsê ya Amedê name û kartan ji jinên girtî re bişînin. ( 10.00)
 
* Tora Piştevaniya Parazvanê Mafên Mirovan dê têkildarî rewşa Karsaz Osman Kavala li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) 
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê û TJA dê têkildarî 8'ê Adarê li Nisêbînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser çalakiya Endamên Grup Yorumê yên di rojiya mirinê de ne, dê li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Baroya Amedê ji bo faîlên Tahir Elçî bê dîtin û darizandin, dê li pêş Edliyeya Amedê çalakiya heftane li dar bixe. (13.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê têkildarî şewata ku li Girava Îmraliyê rû da li avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
 
* Danişîna doza Nisêbînê ku zêdeyî 70 kes tên darizandin dê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam bike. (10.00 - 17.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê îhlalên mafên mirovan ên di navbera 01'ê Çile û 31'ê Kanûna 2019'an ên li herêma Marmarayê pêş ketine bi raya giştî re aşkere bikin. (13.00) 
 
* Şaxa TUHAYDER a Marmarayê bi boneya balê bikişîne şewata li Grava Îmraliyê rû da dê li Fatihê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
 
* Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê dê bi minasebeta 20'emîn salvegera damezirandina xwe bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Salona Dahwetê ya Figaro ya Stenbolê bernameyekê li dar bixin. (19.00)