Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 08:40 28 Sibat 2020
  • |
img

HATAY – Waliyê Hatayê Rahmî Dogan, di daxuyaniya da de diyar kir ku di êrîşa artêşa Sûriyeyê ya li Idilibê pêk hat de, 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Dogan, da zanîn ku jiyana leşkerên birîndar ên li nexweşxaneyan di xeteriyê deye

Walîyê Hatayê Rahmî Dogan, li avahiya Miduriyeta AFAD’ê ya Bajêr derberê êrîşa hewayî ya artêşa Sûriyeyê ya li Idlibê pêk hat de daxuyanî da û kuştina 33 leşkeran piştras kir. Walî Dogan, di daxuyaniya da de diyarkir ku di êrîşa artêşa Sûriyeyê ya li Idlibê de, 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û jiyana leşkerên birîndar ên li nexweşxaneyan, di xeteriyê deye.
 
Dogan di daxuyaniya da de wiha got: “Hêzên rejîmê li Idlibê, êrîşî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) kirin. Di encama êrîşa hewayî de 33 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan.”