Li Idlibê 3 leşker mirin

  • rojane
  • 16:47 27 Sibat 2020
  • |
img
IDLÎB - Di encama bombekirina 10’emîn nuqteya çavdêriyê ya Cebel Zawiye ya TSK’ê ya li Idlibê de, 3 leşkeran jiyana xwe ji des dan 
 
Hêzên Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya hewayê ya Rûsyayê, li başûrê Idlibê pêş de diçe û gelek nuqteyên kontrolê kirin bin kontrola xwe. 10’emîn nuqteya çavdêriyê ya Cebel Zawiye ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de li Idlîbê hatibû avakirin, hat bombebarankirin. 
 
Balafirên Rûsyayê, ji ber ku TSK’ê êrîşî hêzên rejîmê kir, nuqteyên çavderiyê û kozkên Tirkiyeyê bombebaran kirin. 3 leşkerên di nuqteya çavderiyê de diman jiyana xwe j idest dan. 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, daxuyanî da û got: “Li Idlîbê, 3 şehîdên me hene. Lê lige vê yekê gelek windahiyên hêzên rejîmê jî hene. Li wê derê têkoşîn dewam dike, wê dewam bike.”