Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were

  • rojane
  • 15:49 27 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL – Meclîsa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku şewata li Îmraliyê derketiye wan xistiye nava fikaran û xwestin parêzer demildest bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. 

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîha Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser şewata li Girava Îmraliyê derketiye û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Perîxan Akbûlût daxuyanî da û metirsiyên xwe anîn ziman. 
 
Akbûlût da zanîn ku piştî şewatê ji ber ku agahiyên zelal wernagirin metirsiyên wan zêdetir bûne û got: “Birêz Ocalan kesayetek ji rêzê nîne. Bi taybetî ji bo gelê kurd kesayetek gelek girîng e. Ji bo metirsiyên me bi dawî bibin divê demildest hevdîtin pêk were. Saziyên rayedar lazime daxuyaniyek lezgîn bidin. 
 
MEDYAYA WAN DEREWAN DIKE 
 
Heta ji Ocalan agahî neyên wergirtin kurdek li mala xwe nasekine. Ez bang li hemû kurdan dikim; rabin ser pêya. Heta ji rewşa Ocalan bersivek erênî neyê wergirtin divê dengê xwe derxin. Medyaya wan derewan dike. Ji ber vê yekê em carek din dubare dikin; bila parêzerên Ocalan biçin hevdîtinê bikin û ji kurdan re bersivekê bînin.”