Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû

  • rojane
  • 15:38 27 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke nû da û ji bo pêkanîna hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bang li rayedarên wezaret û hikûmetê kir.

 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî şewata li Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din lê girtî ne, daxuyaniyeke nû da û ji bo pêkanîna hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bang li rayedarên wezaret û hikûmetê kir. Buroya Hiqûqa ya Asrinê, daxuyaniyê li ser hesabê xwe yê medya civakî da û tevahiya daxuaniyê wiha ye: 
 
" Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di 27.02.2020'an de di weşana zindî ya televîzyonê de agahiya ku li Girava Îmraliyê şewat derketiye parve kiriye. Weke tê zanîn di sala 1999'an de muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û  di sala 2015'an de jî muwekîlên me yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş neqlî Girava Îmraliyê hatine kirin. Muwekîlên me bêyî vîna xwe, li girava ku li herêmeke leşkerî ya qedexe û ji hevdîtinan re girtî, tên girtin. Rastiyeke ku dê muwekîlên me Birêz Ocalan û girtiyên din rast e rast ji şewatê bi bandor bibin. Şertên lê giravê yên ji bo mudaxaleya rewşeke wiha lezgîn û bi rîsk bi nîqaş in. Ev jî dibe sedema guman û fikarên mafdar.
 
Piştî hevdîtina bi malbatê re ya di 12'ê Tebaxa 2019'an de hatiye astengkirin ku em bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin. Mixabin em têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya muwekîlê xwe de ne xwediyê tu agahiyê ne. Bi armanca ku em şertên girtinê yên muwekîlê xwe di cih de kontrol bikin, mecbûriye ku mafê me yê qanûnî yên hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê. Ji bo ku hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê, serî li dozgeriya berpirsyar û Wezareta Dadê hatiye dayîn. 
 
Tecrîda mûtlaq a li ser muwekîlên me sûc peyda dike. Helwestgirtina li dijî vê yekê, beriya her tiştî helwesteke mirovî û ewleqî ya di çarçoveya mafekî qanûnî de ye. Em bawer dikin ku raya giştî vê hesasiyetê nîşan bide û bang li rayedaran dikin ku vê berpirsyartiya xwe bi cih bîne."