Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê

  • rojane
  • 15:19 27 Sibat 2020
  • |
img

WAN - Cenazeyê zarokê 14 salî Emîrhan Acar ê li gundê Qiratî yê navçeya Elbakê di erdhejê de bi giranî birîndar bû û duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da spartin axê. 

Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 a di 23’yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê zarokê 14 salî Emîrhan Acar bi giranî birîndar bibû. Emîrhan ê li nexweşxanê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da. 
 
Malbata Emîrhan Acar di saetên serê sibê de cenazeyê kurê xwe girtin û anîn li Goristina Gundê  Qiratî defin kirin.