Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin

  • rojane
  • 15:03 27 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî şewata ku li Îmraliyê derketiye li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bang li her kesî kir û got: "Di vî warî de em bang li tevahî civakên Demokratîk ên Netewî û Navnetewî, Saziyên Sivîl û raya giştî dikin ku di vê warê de hestiyar tevbigerin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî şewata ku li Îmraliyê derketiye li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêvberên HDP û DBP'ê amade bûn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyanî da û wiha got: "Em ji çapemeniyê hîn bûn ku li grava Îmraliyê ya Brêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim lê dimînin şewat derketiye. Tê gotin ku ligel tê xwestin ekîbên îtfayê yên Mudanya û Bûrsayê xwe bigihînin Îmraliyê jî ji ber bayê dijwar seferên keştiyan di nav şert û mercên dijwar de pêk tên. Ligel ku tê gotin mudaxale li şewatê tê kirin jî em diltirsin ku şewata bi bayê lodosê zêde dibe li nava daristanê belav bibe." 
 
Guven, anî ziman ku ligel ku nayê zanîn şewat ji ber kîjan sedeman derketiye jî divê bi awayekî lezgîn di serî de Wezîrê Edaletê û Rêveberên Hikûmetê di vê warê de daxuyaniyê bidin û wiha got: "Divê di heman demê de di serî malbat û parêzerên Ocalan û girtiyên din biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin û divê bi awayekî lezgîn Ocalan û girtiyên din neqlî cihekî din bên kirin. Daxuyaniyên têrker ancax piştî van hevdîtinan dibe ku cihê xwe bigire. Heta ku ev hevdîtin pêk neyên hemû daxuyaniyên hikûmetê dê kêm bimînin û berhewa bin. Tecrîda ku demek dirêje dewam dike bi vî awayî êdî nameşe. Tecrîda 21 sale li dijî brêz Ocalan tê meşandin êdî nayê qebûlkirin. Di serî de piştî hewla darbeya FETO’yê,  rewşa negatîf ya piştî darbeye pêwistiyê pê tîne ku şert û mercên brêz Ocalan êdî bên guhertin." 
 
Guven, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Tecrîda ku dê wekî rûpelên reş bikeve dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê civakê dixe nava fikaran ne bes, êdî bûyerên xwezayî û awarte yên wekî şewatê jî hê bêhtir civakê dixe nava fikarên kûr û mezin. Pêwistiya gelê me ne bi kaos û fikarê, bi hêviyên jiyanê ya nirxên civaka demokratîk heye. Di vê warê de em bang li tevahî civakên Demokratîk ên Netewî û Navnetewî, Saziyên Sivîl û raya giştî dikin ku di vê warê de hestiyar tevbigerin."