TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye

  • rojane
  • 14:14 27 Sibat 2020
  • |
img

AMED  - TJA û KCD'ê, bertek nîşanî cezayê li siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk hat birîn dan. TJA'yê, diyar kir ku cezakirina Tugluk, êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê ye. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê erêkirina 10 sal cezayê girtîgehê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê û Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê  Aysel Tûglûk de daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da. TJA'yê bi daxuyaniya xwe bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê ku destkefitiya herî mezin a jinên cîhanê ye û da zanîn ku bi vê rêbazê jin dikarin bi awayê wekhev di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin.
 
'TUGLUK YEKEMÎN HEVSEROK BÛ'
 
TJA'yê, diyar kir ku Aysel Tugluk Nûnera yekem a pergala hevserokatiyê ye û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Îkdtîdara  AKP-MHP'ê ku dixwaze jinê di malê de hevpis bike, nûnertiya wekhev ji holê rake û hemû êrîşên xwe yên li ser jinê dixwaze xêde bike, bi daraza xwe ya mêr li aktîvîsta mafên jinan Aysel Tugluk a ku bi îdaya 'rêvebertiya rêxistinê kiriye' kir ghirtîgehê 10 sal ceza birî û cezayê wê erê kir. Aysel tugluk nûnera destpêkê ya ku ji bo jin di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin a pergala hevserokatiyê ye.  Ji ber vê biryara ku hatiye girtin di kesayeta Aysel Tugluk de êrîşa li dijî pergala hevserokatiye ku destkeftiya me ya herî mezin a hatiye qanûnîkirin e. Ev biryara siyasî ku hatiye dayîn pêkanîna zayendparêz û bêîradehiştina jinê ye."
 
TJA'yê, di berdewamiya xwe de wiha got: "Cezayê ku li hevseroka me ya destpêkê Aysel Tugluk hatiye birîn şermezar dikin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî pergala mêr berdewam bikin. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê li hemû qadên jiyan ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
KCD'Ê JÎ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, bertek nîşanî erêkirina cezayê girtîgehê ya Tugluk da. KCD'ê di daxuyaniya nivîskî ya da de wiha  got: "Birêz Tugluk, yekemin jine ku li Tirkiyeyê bûye hevserok. Tugluk hevserokatiya KCD, alîkara Hevserokatiya HDP'ê, parlamenteriya Amed û Wanê kiriye. Kesekê di raya giştî de baş tê naskirine û jinek rêzdare. Di heman demê siyasetmedarek Elewî û kurde. Xwedî gelek nasnameyane, di têkoşîna jinan û siyaseta demokratîk de her tim bi israr bûye. Ji ber van hemû sedeman hatiye hedef girtin. Cezayê li Tugluk hat birîn ne hiqûqiye. Çi dibe bila bibe, emê dest ji demokrasî, aştî û azadiyê bernedin. Di vê pêvajoyê de ewê winda bikin ne me."