Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan

  • rojane
  • 14:43 17 Sibat 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li navçeya Kerboranê, binçavkirinên 15’ê Sibatê yên li bajêr şermezar kir. 
 
Berî sersala 21’emîn radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li tevahiya Mêrdînê 16 kes hatin binçavkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, derbarê binçavkirinên berî 15’ê Sibatê de civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li navçeya Kerboranê hat lidarxistin. Rêveberên partiyê û Parlamentera HDP’ê ya bajêr Ebrû Gunay beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
AGAOGLU: EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN
 
Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze HDP’ê bi operasyonan neqanûnî bike û wiha got: “Îro siyasetmedarên li ser navê gelan siyasetê dikin, tecrîd dikin. Bi çareseriyên leşkerî nêzî siyasetmedarên me dibin. Desthilatdarî îro bi her awayî êrîşî partiya me dike. Tenê di çend rojên dawî de bi sedan endam û rêveberên me hatin binçavkirin. Em carek din ji vê derê, van bêhiqûqiyan şermezar dikin. Çi dibe bila bibe emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Piştî axaftinê, civîna daxuyaniyê bi dawî bû.