Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir

  • rojane
  • 13:41 17 Sibat 2020
  • |
img
COLEMÊRG - Li gundê Hirmin ê Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir. 
 
Li mezraya Meşkan a gundê Hirmin ê navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi qasî 40 kîlometreyî dûrî navenda navçeyê ye, sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajar, ji bo rêya gund ku ji ber sitûriya berfê û moeyazê hatiye girtin, xebatên paqişkirina berfê dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku li herêmê talûkeya aşûtê heye.