Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin

  • rojane
  • 12:31 17 Sibat 2020
  • |
img

RIHA – Li ser medya civakî gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê Emîn Çetîner hat xwarin. Çetîner dê giliyê vê gefê bike. 

Li ser medya civakî gef li Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner hat xwarin. Roja şemiyê bi şev saet li derdora 23.00’an hesabê bi navê “"jitem.turkey" peyama “"Şev baş hewall ölüm seni bulacak jitem (Şevbaş heval mirin wê te bibîne jîtem)" ji Çetîner re şand. 
 
Çetîner da zanîn ku ev gefa kuştinê li dijî nasnameya jinan û têkoşîna wan hatiye kirin û got: “Em li vir in, li qada ne û natirsin. Û em ê her tim li qadan bin. Wê ev gef nikaribin me bitirsînin û bêzar bikin”. 
 
Çetîner wê îro bi rêya parêzerê xwe biçe dozgeriyê û gilî bike.