ENQERE - Walîtîya Enqereyê, têkildarî xesar dayîna goristana xiristiyanan daxuyanî da û diyar kir ku 6 zarokên ji ber xesardayînê hatine binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatine kirin.
Di 7'ê Sibatê de li navçeya Mamakê ya Enqereyê, hin kesan xesar dabûn gorên xiristiyanên ên li Goristana Ortakoyê û kêlên goran şikandibûn û ji cih derxistibûn. Walîtiya Enqereyê têkildarî miajrê daxuyaniyeke nivîska û diyar kir ku hatiye tespîtkirin bûyer ji aliyê 6 zarokan ve pêk hatiye. Walîtiyê angaştkirin ku her 6 zarok hatine binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatine kirin û lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.