Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin

  • rojane
  • 11:46 17 Sibat 2020
  • |
img

WAN – Li Wanê ji ber barîna berfê rêya 343 gund û mezrayan li çûnehatê hat girtin. 

Li Wanê barîna berfê û bager her diçe dijwar dibe. Ev demek eli herêma Wanê berf bênavber dibare. Ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund û mezrayan hatine girtin. Li navçeya Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 94 gundan, li Ebexê rêya 14 gundan, li Şaxê rêya 57 gundan, li Erdîşê rêya 31 gundan, li Westanê rêya 8 gundan, li Payîzavayê rêya 17 gundan, li Rêya Armûşê rêya gundekî, li Bêgirê rêya 9 gundan, li Qelqeliyê rêya 23 gundan, li Seravê 9 gundan û li Tûşbayê rêya 9 gundan bi giştî rêya 343 gund û mezrayan ji çûnehatê re hatine girtin.