Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê

  • rojane
  • 11:35 17 Sibat 2020
  • |
img

WAN - Endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû yê polîsan ji wesayîta Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarîsaç derxistin û binçavkirin û Ajansa Anadolû wî weke “terorîs” lanse kir, sewqî edliyê hat kirin. 

Polîsan di 14’ê Sibatê de, pêşiya wesayîta Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Mûrat Sarisaç girtin û endamê Meclîsa Partiyê (MP) Yûnûs Dûrdû ji wesayîtê derxistin û binçav kiribûn. Dûrdû yê Ajansa Anadolû wî weke “terorîst” lanse kir, sewqî Edliya Wanê hat kirin. Li bendêye ku dozger îfadeya Dûrdû bigire.
 
Li aliyê din, di serdegirtinên malan ên di 13 û 14’ê Sibatê de, 50 kes hatibûn binçavkirin. Ji 50 kesên hatibûn binçavkirin 21 jê duh hatibûn berdan. 29 kes hîna jî, li miduriyeta polîsan tên kirin û lêpirsîna wan dewam dike.