Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?

  • rojane
  • 10:17 17 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, têkildarî êrîşên li dijî gorên Xiristiyanan bi boneya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne, pirsname da meclîsê. Paylan pirsên "Êrîşkar kî ne? Têkildarî êrîşê hatiye destpêkirin ya na? û di Midûriyeta Polîsan a Trabzonê de şebekeya dişibe cînayetê Hrand Dînk û Rahîp Santoro heye ya na? pirsî. 

 
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, têkildarî êrîşên li dijî goristanên Xiristiyanan, bi boneya wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Paylan anî ziman ku di 14'ê Sibata 2020'an de dema li Goristana Dêra Katolîk a Santa Maria ya li Trabzonê cenazeyê Zehra Çolak hat defin kirin, êrîşa nifrînê pêk hatiye û xaça goristanê şikandine û şewitandine. Paylan, anî ziman ku beriya êrîşa nifrînê di merasim defina Çolak de komek kes tekbir anîye û hewl daye merasima cenaze provoke bike. Paylan, da zanîn ku di 7'ê Sibata 2020'an de jî li Enqereyê li dijî goristana Ortakoy a aydî Welatiyên Xiristiyan dîsa êrîşa nifrînê pêk hatiye. 
 
Paylan ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
* Têkildarî êrîşa nifrînê û provokasyona li dijî merasima cenazeyê Zehra Çolak wezareta we lêpirsîn daye destpêkirin ya na? Berpirpirsiyar hatine tespîtkirin? 
* Li Trabzon û Enqereye kesên li dijî Xiristiyanan êrîşên nifrînê pêk anîn, nasnameya wan hatiye diyarkirin ya na? Ker ku hatibe tespîtkirin, sewqî cihê eleqeder hatiye kirin ya na? 
* Piştî li Trabzonê welatiyên Xiristiyan ên jiyana xwe ji dest dan û ji bo wan merasim hat lidarxistin, çima piştî provokasyonê tedbîr nehat girtin? 
* Kesên rastî êrîşê hatine Xiristiyan in, hûn dê çava vê şikê ji holê rakin ku ne sûcê nifrinê ye? 
* Cînayetê Hrant Dînk û Santoro Rahîb ji aliyê çeteyên li Midûriyeta Polîsan a Trabzonê ve hatiye arastekrin. Wekî vê şebekeyê şebekeyek din li Midûriyeta Polîsan a Trabzonê heye ya na?