Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan

  • rojane
  • 14:21 16 Sibat 2020
  • |
img
WAN - Li Wanê ji 65 kesên di 13 û 14'ê Sibate de hatibûn binçavkirin jê 14 kes li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. 
 
Li Wanê di 13 û 14'ê Sibatê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û bi giştî 65 kes hatibûn binçavkirin. Ji 65 kesên hatibûn binçavkirin jê 14 kes piştî li midûriyeta polisan îfadeya wan hatin girtin serbest hatin berdan. 
 
Mehmet Soner Bîlîr, Musa Mukemre, Ozan Yildiz û 11 kesên din şevê din piştî li midûriyetê îfade dan bi daxwaza dozger serbest hatin berdan. 51 kesên din jî hêj lêpirsîna wan a di bin çavan de didome.