Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in

  • rojane
  • 13:00 16 Sibat 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li Gundê Kovexê yê bajaroka Deşta Darê ya Navçeya Hezexê koçerên ku pompeya wan a avê teqiya ye, 10 rojin bê av in. Koçerên ku 15 hezar sewalên wan heye, bertek nîşanî Şaredariya AKP'ê da û xwestin pirsgirêka wan a avê çareser bibe. 

 
Koçerên Gundê Kovexê yê Bajaroka Deşta Darê ya Şirnexê ku 15 hezar sewalên wan heye, piştî, boriya avê teqiya, sewayên wan 10 rojin bê av e. 10 koçerên ku bi krê li gundê Kovexê dijîn, ji ber boriya wan a avê teqiya ye û av ji ser wan qut bûye her roj 2 caran 6 kilometre diçin avê ji Hezexê tînin. Koçerên ava wan qut bû, depoya avê ya 2 ton xistine kamyonê û bi depoya avê her roj seferên avê dikin. Koçeran bertek nîşanî Şaredariya AKP'ê dan û xwestin pirsgirêka wan a avê çareser bikin. Koçeran anîn ziman ku 10 rojin 15 hezar pezê wan bê av in û wiha got: "Ji bo em pirsgirêka avê çareser bikin em her roj bi depoya avê diçin ji Hezexê avê tînin. Me serî li Şaredariya Bajaroka Deşta Darê da. Her dem ji me re dibejin 'Hûn biçin em ê sibê dusib werin' Lê nayên pirsgirêkê çareser nakin. Em bang li şaredariyê û cemaweriyê dikin ku hestiyar tev bigerin."