Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye

  • rojane
  • 12:06 16 Sibat 2020
  • |
img

WAN – Ji ber berfa di saetên serê sibê ji nûde dest pê kir li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê, riya 444 gundan hatin girtin.

Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê, ji ber şert û mercên hewaya dijwar, rêya 444 gundan hatin girtin. 
 
Li navend û navçeyên Wanê, ji ber berf û pêtiyê, reya 211 gundan hat girtin. Li Colemêrgê jî, ji ber pêtî û aşûtê, rêya 44 gundan û 126 guman hatiye girtin. Li Bedlîsê jî, rêya 50 gundan û li Mûşê jî rêya 17 gundan  hatiye  girtin. 
 
Li gorî daxuyaniya Miduriyeta  Herema 14’emîn a meteorolojiyê, li tevahiya herêmê wê ewr hebe, li aliyê başûrê Colemêrg û Wanê jî, wê berf pir zêde bê. Li bendêye ku di saetên şevê û serê sibê de jî, qerîsîn û cih bi cih mij û moran hebe.