Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket

  • rojane
  • 11:58 16 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Rojnameya Xwebûnê ku heftena weşanê dike, vê hefteyê bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne" derket. Rojname vê hefteyê balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê.

Rojnameya Xwebûn ku heftane tê çapkirin bi hêjmara 8'emîn û maneta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne" derket. Zimannas Husein Muhammed têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pirsên rojnameger Zekî Gurur bersivandin û got: “Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.” Muhammed got ku tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye û wiha got: “Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe.”
 
XWEBÛNÊ DI VÊ HÊJMARÊ DE CIH DA GELEK NIVÎSKARÊN NÛ 
 
Rojnameya Xwebûn di vê hêjmarê de cih da gelek nivîskarên nû. Wekî Şerîf Derînce, Samî Tan, Ferhatê Dengizî, Rohat Alakom, Veysî Varli, Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Zehra Mohammedzadeh, Ayhan Erkmen, Cemîl Oguz û Felemez Ulug bi nivîsên xwe yên têr û tijî derdikevin pêşberî xwînerên xwe. Şerîf Derînce bi sernavê ‘Berxwedan ziman e!’ têkildarî roja ziman nivîsand. Samî Tan der barê rapirsîna bikaranîna zimanê dayikê ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî, Polîtîk ên Qadê hatiye amadekirin nivîsand.
 
WÊNEYÊ BUROYÊ HESKÎ TELΠ
 
Rohat Alakom bi sernavê ‘Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje; Biroyê Heskê Têlî’ nivîsandiye. Ev demek e wêneyê Biroyê Heskê Têlî li ser medyaya civakî bûbû rojev. Feratê Dengîzî cara ewil ji rojnameyê re nivîsand û çîroka ‘Hecî Şerîfa’ vegotiye.
 
DENGÊ DENGBÊJÊN NÛ 
 
Veysî Varli der barê ciwanê dengbêj yê ji Wanê Murat Akbaşli ku li Tirkiyeyê bûbû rojev nivîsandiye. Varli di vê nivîsa xwe de hunera dengbêjiyê û dengê Akbaşli dinirxîne. Di vê hejmarê de nivîsên Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Zehra Mohammedzadeh, Ayhan Erkmen, Cemîl Oguz û Felemez Ulug cih digirin. Mehmet Şahîn bi zaravayê kirmanckî der heqê geşedanên li Idlibê nivîsandiye. Ferat Amed bi sernavê ‘Li dijî kurdan oryantalîzm û apartheîda dîplomatîk’ nivîsandiye.
 
CIH DIDE NÛÇEYÊN TAYBET 
 
Di vê hejmarê de jî nûçeyên taybet ên rojnameyê cih digirin. Ji aliyê navenda nûçeyan de dayika bi navê Zeynep Îder ku di salên 1990’î de gundê wê hatibû şewitandin û niha ji di binê bendava Heskifê de maye hatiye vegotin. Dayik Îder her tim di xewna xwe de diçe gund û nav bîstan. Di rûpela jinan de navenda nûçeyan der barê sinetkirina jinan de nûçeyek amade kiriye.
 
Şanoger Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglû bi navê Bê Henek lîstîkên şanoyê çêdikin û li ser medya civakî diweşînin. Heftê lîstîkeke xwe diweşînin û ji bo weşandina lîstîkê jî roja sêşemê hilbjartine. Armanca wan a bingehîn nîşandana hebûn û geşkirina zimanê kurdî ye. Nûçe ji aliyê rojnameger Qedrî Esen ve hatiye amadekirin.
 
Rojnameyê cara ewil di vê hejmarê de cih daye xaçepirsê.