Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'

  • rojane
  • 09:39 16 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Li navçeya Esenyûrtê, polîsên ku bi ser mala Hevserokê berê yê HDP'ê yê Esenyûrtê Edîp Karçîk de girtin, piştî Karçîk û birayê wî dertp kirin gotin "Şaşî çêbûye" û ji malê veqetiyan. 

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, polîsan di saetên şevê de bi ser mala Hevserokê berê ye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê naçeyê de girtin. Polîsên ku ketin malê, dest pê kê li Karçik, biraziyê Karçîk û kekê wî yê bi kanser xistin. Polîsan piştî kontrola nasnameyê ji wan re gotin "Îxbarek şaş hatiye kirin, bi şaşî ketine adresê" û ji mala Karçîk veqetiyan.
 
Karçîk ku ji ber lêdana polîsan ji dest, ling û rûyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê. Birazî û kekê wî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanûnî Sûltan Suleyman.
 
Karçîk, diyar kir ku polîsan bi zanebûn avêtine ser mala wan û wiha axivî: "Em ê vê mijarê bişopînin û giliyê polîsan bikin. Ne îxbareke şaş bû, bi zanebûn hatin li me dan û çûn. Ev polîtîkayeke zext û tepisandinê ye. Encama vê, desthilatdarî û zîhniyeta heyî ye."
 
DESTPÊKÊ LÊ DAN, PIŞTRE JÎ GOTIN 'ÎXBAR ŞAŞ E'
 
Karçîk, derbarê bûyerê de ji ANF'ê re axivî û ev agahî dan: "Saet derdora 22:00, 23:00 bû. Polîsan ji nişka ve avêtin ser mala me. Birayê min ji kanserê tedawî dibe, emeliyat bûbû. Piştî ku li biraziyê min dan, ji nişka ve deng hat min. Wê demê min li şaneşînê çixare vedixwar. Dema ku min ji wan re got, 'Kekê min nexweş e, hûn çima li biraziyê min dixin?' Ez jî avêtim erdê, ez bi erdê re kaş kirim û daxistin xwarê. Li ser û rûyê min û lingên min xistin. Nasnameyên me birin. Piştre gotin 'îxbar şaş e' û çûn."