Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne

  • rojane
  • 09:08 16 Sibat 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Li Hezexê, polîsan îşkence li Fatîm Şen a 90 salî kiribûn. Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, ji bo lêdana dayika xwe diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin çavê wan bê tirsandin û got: "Vî gelî tu carî çok daneniye. Wê dayika min a 90 salî jîçok daneyne, wê nebêje eman." 
 
Duh polîsan li navçeya Hezex a Şirnexê avêtibû ser mala malbata Şen. Di avêtina ser malê de Fatîm Şen a 90 salî û Abdûrraahîm Şen hatibûn derbkirin. Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin, diyar kir ku birayê wî Nûrettîn Şen jî di vê sar û seqemê de nîv saetî li derve hatiye sekinandin. 
 
Abdûrrahîm Şen û Fatîm Şen, ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê wergirtin û wê giliyê polîsan bikin. 
 
Mûrat Şen, bertek nîşan da û got, polîsan ji dayika wî ya 90 salî xwestine sindoqa xwe vebike û gava dayika wî sindoq vekiriye tiştek tê de nedîtina û rabûne qalpaxa sindoqê bi ser destê diya wî girtine û destê dayika wî birîndar bûye. Şen, got: "Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ditirsin. Lê wê ev tirs dawiya wan bîne. Vî gelî tu carî çok daneniye. Wê dayika min a 90 salî jî çok daneyne û wê nebêje eman." 
 
Şen, diyar kir ku ev yek bi zanebûnî hatiye kirin û bi vî awayî tê xwestin malbatî wî çavtirsandî bikin. Şen, got: "Ew ê ji tirsa bimirin. Bi rastî jî bloka faşîst a AKP'ê bi polîsên xwe guh nade hiqûq Komara Tirkiyeyê. Kesên duh li Wanê bi Torosên spî û îro jî li Îdîlê dayika min a 90 salî birîndar kirin, hiqûqa welat nas nakin. Em ê dev ji vana bernedin. Wê hesabê vê yekê bidin." 
 
Şen got, ew ê giliyê polîsan bikin.