ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN

  • rojane
  • 09:01 16 Sibat 2020
  • |
img
* R.D.'yê ku ji ber nasname nîşanî notirvanan nedabû ew biribûn qereqolê û 187 TL cezayê pereyî lê hatibû birîn, îtiraza wî hat qebûlkirin. Dadgehê destnîşan kir ku notirvan ne xwedî erka pirsiyarkirina nasnameyê ne. 
 
* Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku wê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de bi ser nekeve, lê belê bedêla vê neserketinê jî gel didin û got: "Îqtîdarê tenê şer û şidet bir herêmê. Pêdivî bi rêveberiyên aştî û biratiyê dixwazin heye." 
 
* Dadgehê heta niha di Doza Nisêbînê de li 39 kesan cezayê muebeta giran biriye. Lê belê di heman dozê de li Hîcran Berna Ayverdiyê ku îfade li ser hevşaredaran dabû 3 sal û 4 meh ceza biriye. Parêzer Erdal Kûzû, destnîşan kir ku divê ev biryar ji bo hemû kesên di Doza Nisêbînê de bê dayîn. 
 
* Ji girtîgehên Tekîrdag, Bakirkoy û Bandirmayê bi dehan girtî sewqî girtîgehên cuda kirine. Her wiha di avêtina ser qawîşan de girtî hatine derbkirin û heqaret li wan hatiye kirin. 
 
* Li Hezexê, polîsan Fatîm Şen a 90 salî derb kiribû. Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, ji bo derbkirina dayika xwe diyar kir ku bi vî ahwayî tê xwestin çavê wan bê tirsandin û got: "Vî gelî tu carî çok daneniye. Wê dayika min a 90 salî jîçok daneyne, wê nebêje eman." 
 
* Komeleya Lêkolîna Kurd a Stenbolê, serlêdanê Qursên demsala baharê yên zaravayê Kurmancî, Soranî û Kirmanckî dest pê kirin. 
 
* Rêxistina DBP'ê ya Amedê dê bi hişyariya "Em bi ruhê Yekîtiya Neteweyî ber bi civaka azad ve dimeşin", li salona Tesîsên Demîrokê 4'emîn kongreya xwe ya awarte li dar bixin. (10.00)
 
* TUHAYDER a Marmarayê bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, dê li komeleya xwe ya li Navçeya Fatihê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) 
 
*Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê ya Enqereyê dê li Navenda Giştî ya SES'ê panela bi navê "Bandora şer a li ser ekolojiyê" li dar bixin. (13.00)
 
* Malbata Mehmet Bal ê ji bo ziyareta girtîgehê ji Êlihê hat Stenbolê û 23 rojin agahî jê nayê girtin, dê li komeleya Êlihiyan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00) 
 
*  Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê li komeleya Eruhiyan li dijî tacîz û tecawiza zarokan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00-17.00)