Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin

  • rojane
  • 08:52 16 Sibat 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Li Navçeya Cizîrê komek ciwan bi boneya 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî li dar xistin. 
 
Di ser 15'ê Sibata 1999'an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin û komplo amade kirin re 21 sal derbas bûn. Her sal gelê Kurd di 15'ê Sibatê de çalakiyên cur be cûr li dar dixin. Şevê din jî komek ciwan, bi boneya 15'ê Sibatê şermezar bikin û bixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe li Navçeya Cizîrê çalakî li dar xistin. Koma ciwanan li taxa Cudî, li 2 nokteyên cuda kom bûn û agir pêxistin û 15'ê Sibatê şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîsan maşineyên zirxî û maşîneyên agirkujê sewqi herêmê kirin. Piştî maşîneyên agirkujê hatin cihê çalakiyê agir vemirandin.