Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye

  • rojane
  • 15:35 15 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL -  Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ku bi parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin, diyar kirin ku ji bo hevdîtinên aştiyê ji nûve dest pê bike hatine Tirkiyeyê û wiha gotin: "Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye. Divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe." 

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî hatin Tirkiyeyê û bi parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re civîna hevpar li dar xistin. Heyetê ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ziyaret kirin û bi parêzeran re hevdîtin kirin. Heyetê piştre bi parêzeran re civîna çapemeniyê li dar xistin. Ewil parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengiz Yureklî, rapora 2019'an a têkildarî rewşa Grava Ewlehiya Bilind a Îmraliyê amade kiribûn, pêşkêşî heyetê kir. Yureklî wiha got: “Me li ser fikrên Birêz Ocalan û çareseriyên ku ava dikin niqaş kir. Me li ser fikrên Ocalan fikrên xwe parve kir. Birêz Ocalan, tecrîda li ser xwe wekî îhmala gelê Kurd digire dest. Birêz Ocalan heta niha bi cezayê hucreya di nava hucreyê de tecrîda ku mînaka wê tune dijî. Sedema vê yekê dixwaze têkiliya wî û gelê Kurd ji hev qut bike. Tevî vê tecrîda giran Birêz Ocalan di di aştî, demokrasî û azadiyê de israr dike. " 
 
Yureklî, anî ziman ku piştî çalakiya hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku dest bi greva birçîbûnê kir û li tevahiya girtîgehan belav bû, 8 sal şûnde bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û wiha axivî: "Tevî ku 5 caran bi Ocalan re hevdîtin hat kirin dîsa di civakê de hêviyek mezin hat ava kirin. Birêz Ocalan, di hevdîtinê de deklarasyona ji 7 xalan pêk tê pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Dîsa di sekna aştî û çareseriyê de israr kir û aliyê xwe yê çareseriyê derxist pêş. Komara Demokratik û Rojhilata Navîn a demokratîk tenê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Birêz Ocalan berê jî slavên xwe ji heyetê re şandibûn." 
 
‘DIVÊ BÊ ŞERT TECRÎD RABE'
 
Piştre Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Ogmundur Jónasson, li ser navê Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî axivî û wiha got: "Ji bo di navbera rayedarên Tirk û rayedarên Kurd de ji nûve hevdîtina aştî û çareseriyê dest pê bike em hatin Tirkiyeyê. Ji bo vê yekê jî şertê Ewil divê divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Me û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hevdît kir. Me hev agahdar kir. Me bi nûnerên mafên mirovan ên Tirkiyeyê û nûnerên hêzên kedê û nûnerên saziyên civakî re hevdîtin kirin. Ji niha û şûnde jî dê hevdîtinên me bidomin. Di hevdîtinan de agahiyêm em digirin me qeyd kirin. Em dê van agahiyan bi Komîsyona Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re parve bikin. Em dîsa Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bibîr dixin. Tirkiye aliyê vê peymanê ye û divê li gorî wê aştî, edalet, azadî û demokrasiyê biparêze."  
 
‘ÎMRALÎ HEM LABORATUVARA TUNDIYÊ Û HEM JÎ YA DEMOKRASIYÊ YE' 
 
Jónasson, anî ziman ku wan dît hin kes tên girtin, hin kes nirxên wan rastî tundiyê tên û rastî neheqiyê tên, hin kes jî ji kar û barê xwe tên dûrxistin û wiha axivî: "Me dît ku şert û mercên girtîgehan bêtir giran bûye. Dîsa mijara duyemîn di dagirkirina Rojava de binpêkirina mafan ên cîddî pêş ket. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin, şirîkatiya aborî, eskerî ya dewletan hatiye avakirin. Lê wekî Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye jî ziman ku ev şirîkatî mafê azadiya kesan binpê dike. Bi taybetî teahhuda hiqûq û demokrasî ku dewletê îmze kiriye ji holê radibe. Ya din jî divê pêvajoya aştiyê ku gel di navde cih digire mecbûrî ye. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nava vê pêvajoyê de cih bigire. Em dibînin ku piştî Parêzer 5 caran tenê çûn Îmraliyê disa deriyê Îmraliyê hatin girtin. Grava Îmraliyê hem laboratuvara çareseriyê û demokrasiyê ye hem jî ya tundtiyê ye. Tecrîd hemû girtîgehan û derve bandor dike." 
 
 
Jónasson, destnîşan kir ku fikrên Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pir girîng in û bi têkoşîna Rojava û gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne. Der barê PKK û têkoşîna Kurdan de nirxandinê terorist  tên kirin. Lê Dadgehea Bilind a Belçika PKK ji lîsteya terorê derxist. Divê binpêkirina mafan bi dawî bibe. Divê hevdîtinên aştiyê ji nûve dest pê bike." 
 
 
Parêzerê Mafên Mirovan ê Îngîlîstanê Melanie Gingel, jî anî ziman ku heyetan amade dikin û hewl didin wan bînin Tirkiyeyê u wiha got: “Ji bo em balê bikişînin ser vê rewşê em dîsa bi şûnde vedigerin. Ji bo em bi hûmetê re hevdîtin bikin em ketin nava hewldanan. Lê me bersîv negirt. Dema em biçin welatê xwe jî em dê vê rewşê bi welatê xwe re parve bikin. Em li îngîlîstanê bi parlamenteran re her dem di nava diyalogê de ne." 
 
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.