Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin

  • rojane
  • 15:08 15 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan 21’emîn salvegera kompoloya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Dayikên Aştiyê yên li Stenbolê daxuyanî dan gotin: “Her 15’ê Sibatê ji bo me Roja Reş e. Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin.” 

Hêzên navnetewî ango hegomon bi hevkariyek komployî di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kirin. Ocalan ji roja radestî Tirkiyê hatiye kirin heta îro li Girava Îmraliyê ya li Bûrsayê tê tecrîtkirin. Her roja 15’ê Sibatê gelê kurd û dostên wan vê rojê wek “Roja Reş” dibîne û bi çalakiyên cûr bi cûr şermezar dikin. Îsal ango îro jî gelê kurd li gelek navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê kompoloyê şermezar kirin. 
 
STENBOL 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya 21’emîn salvegera komployê şermezar bikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Meclîsê Perîxan Akbûlût daxuyanî da û diyar kir ku di şexsê Ocalan de komployê li dijî hemû gelê kurd pêk hat. Akbûlût da zanîn ku ji roja Ocalan hatiye radestkirin heta îro “Nobeta Roja Reş” digirin û got: “Em û Serokatiya xwe bûne goşt û neynûk. Îro ji bo me Roja Reş e. Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin. Ew serokê 40 milyon gelê kurd e.” 
 
Dayika Aştiyê Bedîa Gokgoz jî komplo şermezar kir û got: “Bila dinya şerm bike. Heke niha Rêber Apo li derve bûya wê ev şer pêk nehata. Di heman demê de wê aştî pêk bihata. Serokatiya me mîmarê aştiyê ye.” 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe salvegera kompoloyê şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Rêveberê HDP’ê Ahmet Îstek da zanîn ku komploya navnetewî ya li dijî Ocalan bi tecrîta girankirî didome û ev tecrît li tevahiya welat belav bûye. 
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP, HDK û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdar bûn. Hevserokê Rêxstina HDP’ê ya Edeneyê Mehmet Karakiş axivî û komployê şermezar kir û got hêzên naventewî xwestin bi komploya li dijî Ocalan azadî û aştiya gelan desteser bikin û Ocalan û gelan vê komployê pûç derxistiye. Karakiş xwest tecrîtkirina Ocalan demildest bi dawî bibe û banga bidawîanîna tecrîtê li sazî û dezgehên navnetewî kir. 
 
CIZÎR
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî li avahiya xwe komploya navdewletî ya li dijî Ocalan bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Uzeyîr Kilinç daxuyanî da û anî izman ku gelê kurd û tirk bi berxwedan û têkoşîna xwe komployê pûç kiriye. 
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand ser tecrîtkirina Ocalan. 
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi wesîleya 21’emîn salvegera kompoloya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di civînê de axivî û behsa pêvajoya komployê kir û bi kompoloyê hiqûqa navnetewî û mafên mirovan hatiye binpêkirin. Gunay bal kişand komployê û tecrîtkirina Ocalan û got her ew diçin nêzî rojên azad dibin. 
 
AMED
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasa Amedê jî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser komploya li dijî Ocalan. Rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn û rêveber Muharrem Tumur daxuyanî da û destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû gelên Tirkiyê tên tecrîtkirin û xwest her cûre sazî û dezgeh li dijî tecrîtê nerazîbûnên xwe bîne ziman. 
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî bi armanca şermezarkirina kompoloya navnetewî ya li dijî Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Ayşe Acar Başaran, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Pankarta “Em 15’ê Sibatê şermezar dikin” hat vekirin û di şibakê de dengê daxuyaniyê bi hoparlorê dan derve. Polîsan derdora avahiya HDP’ê dorpêç kir. Parlamenter Ayşe Acar Başaran da zanîn ku Ocalan ji 99’an vir ve li Îmraliyê tê tecrîtkirin û di şexsê Ocalan de bi sekn û daxwaza aştiyê ya gelê kurd û tirk komplo pûç hatiye derxistin. Başaran bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpa (CPT) û Konseya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kir û xwest demildest tecrîtê bi dawî bikin. 
 
COLEMÊRG 
 
Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û kompoloyê û tecrît şermezar kir. 
 
GEVER
 
Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî li avahiya xwe kompolo protesto kir. Rêvebera HDP’a Geverê Selcan Saygi daxuyanî da û komplo şermezar kir û got dê li dijî komplo û tecrîtê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
ÎDIR 
 
Rêxistina HDP’ê ya Îdirê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP’a Îdirê Haydar Mizrak daxuyanî xwend û komplo û tecrîtê şeremzar kir û got pêwîste tecrît demildest were bidawîkirin. 
 
WAN

Li Wanê jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn û parlamenter Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, endam û hevserokên HDP'ê yên bajêr û yên navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tarîtiya tecrîtê dê bi ronahiya têkoşînê têk biçe" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla parlamenter Muazzez Orhan ve hat xwendin. Orhan di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca komploya navneteweyî û got: "Li hemberî demokratî û wekheviyê êrîşek pêk tê. Di şexsê Ocalan de li hemberî Gelê Kurd û Tirkan tecrîd tê meşandin. Lê bi sekna Gelê Kurd û Tirk komplo têk çû. AKP bi hevkarên xwe re hiqûqa heyî bin pê kir."