Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in

  • rojane
  • 14:43 15 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 777'emîn de aqûbeta Ridvan Karakoç ku di bin çavan da hat qetilkirin pirsîn. Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz nameyek ji çalakiyê re şand û  diyar kir ku ew dengê winda û dayikên ku çavê wan vekirî çûne ne û dozdar in.

Di hefteya 777'emîn de careke din Dayikên Şemiyê xwest ku çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin. Lê polisan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Li ser vê yekê dayik çûn kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lê ye û çalakiya xwe li wir di bin dorpêça polisan de pêk anîn. Dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser wan e li xwe kirin û qurnefîlan hilgirtin. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Candan Kaftancioglû û hunermend Pinar Aydinlar tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiya dayikan. 
 
Daxuniya vê heftê keça Fehmî Tosûn ku di bin çavan de winda bû Besna Tosûn da. Tosûn, ji bo Ridvan Karakoç ku 25 sal berê di bin çavan de hatibû qetilkirin edaletê xwest û çîroka wî windabûna wî vegot. Tosûn, destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên xwe jî malbata Karakoç tu encamê negirtiye û her carê saziyên dewletê ji wan re gotine ku Karakoç "Ne li cem wan e" û binçavkirina wî  înkar kirine. 
 
CENAZEYÊ KARAKOÇ TESADUFÊ HAT DÎTIN
 
Di bewrdewam axaftina xwe de Tosûn derbarê çîroka windabûna Karakoç de bi kurtasî ev tişt gotin: "Piştî 110 rojan dema ku malbata Hsan Ocak li cenazeyê kurê xwe digire, bi awayekî tesadufî rastî wêneyên laşê îşkencekirî yê Ridvan Karakoç hat. Piştre derket holê ku cenazeyê Karakoç bi awayekî veşarî li Goristana Bêkesan a Altınşehîrê hatiye veşartin. Li gel ku dikaribû faîlê Karakoç bên dîtin jî hatin parastin. Em weke şopînerên dayika Asiye Karakoç ku ji bo kurê xwe têkoşiya, dê lêgerîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin."
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
 
Piştî Tosûn kekê Karakoç Hasan Karakoç jî axivî û neheqiya ku wê demê li wan hatiye kirin vegot. Karakoç, diyar kir ku polisan dema li birayê wî geriyane û ew nedîtine wî binçavkirin û 15 rojan îşkence lê kirine û wiha got: "Polisan gefa kuştinê li min xwarin. Birayên min şopandin û gel li reşandin. Bi çavê neyartiyê li birayê min nêrîn. Em ji bo ku bila hin dayikên din negirîn vê têkoşînê didin. Lê 25 sal in dosya heman dosya ye û em li benda edaletê ne. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û li pêşiya kesên vî tiştî kirine bin." 
 
Piştî Karakoç Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî axivî û qala axaftineke xwe ya wê demê ku bi Karakoç re kiribû kir û şahidiyên xwe vegot. 
 
2WE YÊ ÊŞÊN ME LI DIJÎ HEV NEBEZANDA'
 
Piştî axaftinan nameya ku Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz jş çalakiyê re şandibû, hat parvekirin. Nameya Dayik Yildiz bi kurtasî wiha ye: "We yê wiha nekiriye. Ji bo bêndegkirin me û mafdar derxistina xwe, we yê hin dayikên din dernexistina hemberî me. We yê êşên me li dijî hev nebezanda. Ey kesên ku li bendê ne em stêrkên hin dayikên din paqij bikin, ka bibêjin heta îro we stêrkên çavên me paqij kiriye? Ji bo ku çavên Dayika Asiye û dayikên me yên din girtî biçin, we qet hewldan daye. Bi şaşiyan ser şaiyan nayê girtin. Ji rastiyan netirsin! Tiştên ku em ji we bigirin hene. Girtina me ya ewlad, xwişk û bira, bav û mafê me yê gorê heye. Mafê me yê hînkirina aqûbeta hezkiriyên xwe heye. Canê me ji bo xwe neçûn. Ji aliyê hêzên dewletê ve hatin birin û windakirin. Pirsîn edalet û dozgerên vê dewletê para me ket. Em ne şerker û dozlêkirî ne, lê em dozdar in. Em dengê Dayika Asiye û dayikên ku çavên wan girtî çûne ne. Em bêdeng nebin."
 
Piştî xwendina nameyê çalakî bi dawî bû.