Sarisaç: Dîmenên min parve kirin kurtasiya zilm û zextan e

  • rojane
  • 14:12 15 Sibat 2020
  • |
img

WAN – Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç got: “Dîmenên duh min parve kirin kurtahiya polîtîkaya zilma li gelê Kurdistanê tê kirinê ye. Li Kurdistanê hiqûqek din heye û wisa xwe bêperwe nîşan dide.” 

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê duh dîmenên polîsên wî dişopandin û endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû binçav kirin eşkere kir, bertek nîşanî nûçeyên medya îqtîdarê da. 
 
Sarisaç li dijî daxuyaniya “Yê ku kesan dişîne serê çiya hat binçavkirin” a Walîtiya Wanê ku derarê Yûnûs Dûrdû dabû wiha got: “Belê rast e, Yûnûs Dûrdû kesan beşdarî partiya me dike. Ew endamê Meclîsa Partiya me ye û jixwe wezîfeya wî ew e ku HDP’ê bi hêz bike û hejmara endamên wê zêde bike ye.” 
 
'DÎMEN KURTAHIYA POLÎTÎKAYA ZILMÊ YE’ 
 
Sarisaç da zanîn ku Yûnûs Dûrdû endamê meclîsa wan û xebatkarê wan fermî ye û wiha got: “Hevalê me Yûnûs di hemû bername û serdanên partiya me de cih digirt. Heta em rojek beriya were binçavkirin jî çûn serdana saziyên sivîl û me di hesabên xwe yên medya civakî de parve kirin. Medya îqtîdarê bi navê xwe din medya hawizê li pey manîpulasyonê ye. Sedemê vê manîpulekirina wan jî ew ku şêwaza bêserûberiya polîsan veşêrin. Dîmenên duh min parve kirin kurtahiya polîtîkaya zilma li gelê Kurdistanê tê kirinê ye. Ev zilm her roj li gelê me tê kirin.  Li Kurdistanê hiqûqek din heye û wisa xwe bêperwe nîşan dide. Çimkî zilma ev polîs dikin dixwazin rewa bikin û polîs jî dizanin ku cezakirinê vê hovîtiyê tune ye, serbestî vê yekê dikin. Dixwazin dîsa torosên xwe modern bixin dewrê. Divê ev kes werin teşhîrkirin. Di amadekekirina nûçeyên medya tirk de jî diyar e ku polîsan ji wan re serwîs kiriye. Polîs ji bo girtinê sedeman diafirînin. Bi hiqûqekî dijmanene nêzî gelê kurd dibin. Dixwazin HDP’ê û gelê kurd bitirsînin û bêdeng bikin. Lê bila ew jî baş dizanibin em ê bêdeng nebin û serê xwe li hember wan netewînin.”