Ozsoy ê HDP’î: Kêrnehatina îqtîdarê dê rê li pêş darbeyê veke

  • rojane
  • 10:59 15 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgirê Serokê Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsay, diyar kir ku neserkeftina Tirkiye ya li Rojhilata Navîn, dê nakokî û pevçûnên navxweşî kûr bike û wiha got: "Ev neserkeftina îqtidarê dê li Tirkiyeyê rê li pêş darbeyên nû veke." 

Şerê li Idlibê bûye şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê diyarker. Encama şerê li Idlibê dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Îqtîdara AKP'ê jî di derneketina Idlibê de israr dike. Li gel peymanên Socî û Astana, Tirkiye komên çekdar ji Idlibê dernexistin û nokteyên çavdêriyê ava kirin. Di du hefteyên dawî de rageşiya di navbera Hikûmeta Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê de zêde dibe. Di şerê li Idlibê de 13 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din sewqîyata TSK'ê ya li Idlibê berdewam dike. Dîsa rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de didome. Enqere dîsa berê xwe da DYA û NATO'yê. Têkildarî geşedanên li Idlibê û polîtîkayên Tirkiye yên derve, Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgirê Serokê Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsay nirxandin kir. Ozsoy, anî ziman ku li Sûriyeyê 9 salin şer didome û Tirkiye jî 9 salin di vî şerî de israr dike û wiha got: "Ev israra Tirkiye ya di şerê li Sûriyeyê de li Idliblê hatiye asta dawî û xetimiye. Daxwazên Tirkiye yên li Sûriye di sala 2014'an de bi dawî bû. Lê îqtîdara siyasî naxwaze vê yekê bibîne. Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan di 2 polîtîkayên şaş de israr dike. Yek ji polîtîkayên şaş dijberiya gelê Kurd e. Polîtîka 2'emîn a şaş jî hewldana ku Esad têk bibe ye." 
 
Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye di sala 2018'an de li Rûsya peymana Astana û Soçî îmze kir û taahhud (garantî) kir ku hêzên li dijî rejîma Esad tasfiye bike û wiha axivî: "Lê îro em lê dinerin ev taahhuta pêk neanî. Tirkiye dê hem rêyên bejayî yên M-4 û M-5 dewrî Rejîma Sûriyeyê kiribûya, hem jî dê komên çekdar ên li Idlibê paqij kiribûya. Niha Tirkiye li dijî ruhê Astana ku bi Rusya û Îranê re peyman îmze kiribû tev digere. Tirkiye 2 salin peyman û soza daye pêk nîne. Ji ber vê yekê Şam û Rusya ji bo rewşa Idlibê nikarin zêde rawestin. Suriye êdî dixwaze pêvajoya şer li ser axa xwe bi dawî bike. Niha her kes dizane di vê peymanê de Esad bi ser ket. Lê li gel DYA, YE û Îsraîl vê yekê qebûl dike jî naxwaze Esad bibe xwedî hêz. DYA û Welatên Ewpora naxwaze şerê li Idlibê li gorî daxwaza Esad bi encam bibe." 
 
‘TIRKIYE JI BO MESELEYA ROJAVA NÊZÎ RÛSYAYÊ BÛ'
 
Ozsoy, bibîr xist ku Tirkiye ji ber meseleya Rojava û geşedanên li Rojava xwe nêzî Rûsayê kir û wiha berdewam kir: "Lê Tirkiye xwe zêde nêzî Rûsya kir. Sedema vê yekê meseleya li Rojava bû. Lê niha Tirkiye û Rûsya her ku diçe ji hev dûr dikevin. Tirkiye niha ji bo parastina Heyet Tehrir El Şam ku berê wekî rêxistina terorê didît, eskeran dişîne Sûriyeyê. Ji ber têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsya de li Idlibê zerar dîtin, Tirkiye vê carê berê xwe da Ewropa û NATO. Hulusi Akar, mehek berê digot ‘Em ê têkevin Sûriyeyê' û ecac bi ser xwe dixist' Niha em dibinin ku Tirkiye berê xwe dîsa da NATO û Ewropa. Niha xwe davê Ewropa û dibêjin 'Werin Rûsya rawestînin'. DYA jî dixwaze vê yekê li gorî xwe plan bike. Tirkiye bûye mohtacê DYA û DYA dê li gorî xwe Tirkiye bi rêve bibe. Dikare ji Tirkiye re bêje dest ji S-400'an berde. Dikare bêje bi Rûsya re tev negere. 
 
Ji ber vê yekê têkiliyên Tirkiye û Rûsya taktîk bûn. Ne stratejîk bûn. Tirkiye ji bo Sûriye hem ji Rûsya dûr ket û hem nêzî Rûsya bû. Tirkiye di 2 salên dawî de nêzî Rûsya bû û niha di meseleya Idlibê de her tişt bêtir zelal dibe. Niha ji bo meseleya Idlibê Tirkiye û Rûsya hatine hemberî hev. Şêwirmendê Neteweyi yê Trump aşkere got 'Em nikarin bi paraşutê dakevin Idlibê û nikarin Tirkiye rizgar bikin' Lê bi awayekî veşarî jî got 'Êrîş bike şêrê min' û destê xwe li pişta Tirkiye xist." 
 
‘LI ALIYEKÎ REJÎMÊ NAS NAKE, LI ALIYÊ DIN QALA MUTABAKATA EDENE DIKE'
 
Ozsoy, bilêv kir ku Erdogan her tim di şaşiyan de israr dike û li gel vê yekê dibêje ‘Em ê li gorî mutabakata Edeneyê li wir bin'. Lê Mutabaka Edene di nava du dewletan de tê kirin. Li a liyekî dibêje 'Ez rejîma Sûriyeyê nas nakim' Li aliyê din qala Mutabakata Edeneyê dike. Tirkiye li Idlibê asê maye. Nikare vê yekê bi NATO û DYA çareser bike. Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî O'Brien der barê Îdlibê de daxuyanî da û got 'Ez bawer nakim di milê eskerî de em mudaxaleyî Idlibê bikin. Em nikarin çalakiyên Rûsya, Îran û Esed ên qirêj rawestînin'. Hilbijartinek li pêş DYA ye. Tump nikare rewşa xwe ji cemaweriya DYA û kongreyê re aşkere bike. DYA dikare hin gavên sembolîk bavêje. Rewşa ku YE, DYA û NATO dîsa têkeve şerê Sûriyeyê tune ye. Ev mesele di sala 2014'an de bi dawî bû. Di sala 2014'an de nêzî 80 welat ketin şer. Lê xwe vekişandin. Ev hêz niha pişta Erdogan miz didin û dê bixwazin peymana di navbera Tirkiye û Rûsya de xera bikin." 
 
 
Ozsoy, diyar kir ku ger têkiliyên di navbera Rusya û Tirkiye de xera bibe dê bandora xwe neyînî li ser polîtîka hundir û derve ya Tirkiyeyê bike û wiha lê zêdekir: "Dibe ku îro DYA welatê herî bi hêz ê cîhanê be. Lê li Sûriyeyê hêza diyarker Rûsya ye. Sûriye navenda Rûsya ye. Îhale di destê Rûsya de ye. Tirkiye ji kijan hêza xwe bawer dike dikeve pevçûna kulman. Tirkiye di vê pêvajoyê de ji bo Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê avakirin gelek tawîz dan Rûsyayê. Lê li gel vê yekê dîsa Rûsya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê nas kir. Mesele ne tenê krîna S-400 ya bi çend milyar dolar e. Tirkiye bi ve yekê hem DYA û hem jî NATO anî hemberî xwe. Disa di aliyê aborî de ket nava qeyranê. Dîsa cîhan da hemberî xwe. Tawîzên mezin dan. Di meseleya Santralên Nukleerê de jî bi heman rengî. Tirkiye gelek tawîz dan Rûsyayê. Ji bo Kurd nebin xwedî statu û rêveberî gelek tawîz dan Rûsyayê. Lê Rûsya hebûna Kurdan li Sûriyeyê qebûl dike. Rûsya dixwaze Esad û Kurd li ser bingehekî bibin yek. Polîtîkaya Tirkiye ya li ser Kurdah hat avakirin têk çû. Niha Tirkiye dê dîsa xwe bavêje DYA. Di encamê de bazara Tirkiye ya li ser Sûriye û li ser Kurdan, hem di polîtîkayên derve de û hem jî di politîkayên hundir de Tirkiye têk bir. Israra Tirkiye ya di Idlibê de dê bibe sedema Tirkiyeyê têk biçe. Fermandarên Eskerî yên siyaseta Tirkiye şaş dibînin hene. Ji ber vê siyaseta Erdogan dê Tirkiye fatûreyek giran bide. Ev dê bibe sedem ku rê li pêş gelek darbeyên nû veke. " 
 
MA / Berivan Altan – Selman Guzelyuz