Jónasson: Îmrali dikare veguhere ‘laboratûra demokrasiyê’

  • rojane
  • 09:47 15 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE – Endamê Şandeya Aştiyê ya Navnetewî Ogmundur Jonasson da zanîn ku Îmrali wek “laboratûara operasyon û kontrolê” tê bikaranîn û got: “Heke were xwestin dikarin Îmraliyê veguherînin laboratûara demorkasiyê.” 

Endamê Şandeya Aştiyê ya Navnetewî, Wezîrê Karê Derve û Wezîrê berê yê Îzlanda Ogumundur Jonasson ku di salvegera 21’emîn kompoloya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan balê bikişîne ser tecrîtê hatiye Enqereyê. Jónasson derbarê rewşa Ocalan de ji ajansa me re axivî. 
 
 Jónasson di serdema çalakiya greva birçîbûnê de ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven da destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû hatibû Tirkiyê û ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re nameyek şandibû. Jónasson da zanîn ku wan wek şande xwestiye bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin lê Wezareta Dadê bersiv nedaye nameya. 
 
‘ÎMRALIYÊ DIKARIN VEGUHERÎNIN LABORATÛARA DEMOKRASIYÊ’ 
 
Jónasson anî ziman ku tecrîta li Îmraliyê didome endîşeyê dide wan û got: “Ez Îmraliyê wek laboratûra navenda operasyon û kontrolê dibînim. Tecrîta li vir pêk tê, hêdî hêdî belavî her devera Tirkiyê û Kurdistanê dibe û berfirehtir die. Rewşa li Îmraliyê li her devera Tirkiyê tê birêvebirin. Laboratûra operasyonê ya li Îmraliyê helbet dikare veguhere laboratûara demokrasiyê. Nexasim ev yek di peyamên Ocalan ên hevdîtinên dawî de xwe da nîşandan. Kengê hevdîtin bi Ocalan re hevdîtin were kirin û diaxive geşedanên erênî diqewimin. Ji ber vê yekê ew der ango Îmrali dikare veguhere laboratûara demokrasiyê.” 
 
‘ÇIMA DIXWAZIN DENGÊ WÎ QÛT BIKIN?’ 
 
Jónasson diyar kir ku ew di sala 2014’an de beşdarî Newroza Amedê bûye û bal kişand ser nameya Ocalan û vê pirsê kir: “Çima dixwazin îro dengê Ocalan qût bikin?” 
 
‘CIVAKA EWRÛPA WATEYÊ DIDE OCALAN’ 
 
Jónasson destnîşan kir ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê derbarê tecrîta li Îmraliyê de bêdeng mane û civaka li Ewrûpayê jî êdî ji Ocalan fêm dike. Jónasson got ji ber vê yekê ye ku ew Îmraliyê wek “laboratûra demokrasiyê” pênase dike û çimkî ev laboratûar ne tenê kurdan eleqedar dike di heman demê de Ewrûpa û Rojhilata Navîn jî eleqedar dike. 
 
MA / Bêrîvan Altan