Li Îdlîbê asêbûna di navbera NATO-Rûsyayê de!

  • rojane
  • 09:13 15 Sibat 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Operasyona Îdlîbê ya hêzên rejîma Sûriyeyê, ji bo Tirkiyeyê hevsengiyan serobino dike. Tirkiye ku ji ber komên selefî yên piştgiriyê dida wan, ew û Rûsyayê li ber pozê hev sekinîne, çendî ku li dor NATO'yê biçe û bê jî alternatîfên wê bisînor in. 

Li Îdlîbê, şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û Heyet Tahrîr El Şamê (HTŞ/El Nûsra) de ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li başûrê bajêr berbelav dibin. Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê deverên stratejîk ên di bin kontrola HTŞ'ê û komên selefî yên din de ne, yeko yeko azad dikin. Bi pêşveçûyîna rejîmê re têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî ber bi asteke din ve diçin û her wiha Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) jî bi rojan e eskeran sewqî herêmê dike. Ji ber vê jî hem rejîma Sûriyeyê hem jî Rûsya hem ji hewayê ve hem jî ji bejahiyê ve TSK'ê bombeberan dikin. TSK jî diyar dike ku wê jî hin deverên aydê rejîmê hedef girtine.  
 
Wezareta Parastinê ya Neteweyî jî di nav de di daxuyaniyên tên kirin de, tê gotin ku rejîma Sûriyeyê hedef hatiye girtin. Navê vê rewşê çi dibe bila bibe, lê aşkere ye ku Tirkiye û rejîma Sûriyeyê bi awayekî fîîlî pev re şer dikin. Ligel vê nîqaşên ji bo "wê ev şer ber bi asteke din ve biçe?" didomin û li aliyê din jî Tirkiye di navbera Rûsya û DYA'yê de diçe û tê. Tirkiye ji bo deverên li Îdlîbê ji dest dernekevin xwe nêzî NATO'yê dike û ji bo ji vê rewşê xelas bibe li hin rêyan digere. 
  
WÊ NATO BIÇE ÎDLÎBÊ? 
 
Tirkiye di vê çarçoveyê de gazî NATO'yê kir ku biçe Îdlîbê. Her wiha bêyî senedeke ewle nikare pêş ve jî biçe. Gelo wê NATO biçe Îdlîbê? Gava mirov şert û mercên heyî tîne ber çavan ne mimkun e ku hêzên girêdayî NATO'yê biçin Îdlîbê. Lê belê çek û teknîkên NATO'yê li Îdlîbê li dijî rejîma Sûriyeyê tên bikaranîn. Ji fuzeyên TOW ê aydê DYA'yê, ji tanqên Leopard ên alman bigire gelek çek li Îdlîbê hene û HTŞ û komên din bi kar tînin. Çendî ku Tirkiye dixwaze wekî berê bi siyaseta hevsengiyê ji vê krîzê xelas bibe jî, lê rewşa heyî nîşan dide ku wê nikaribe bi rihetî ji vê krîzê xelas bibe. wisa xuyaye ku heta Rûsya an jî DYA Tirkiyeyê ber bi xeta xwe ve nekişîne, ne mimkin e ku Tirkiye ji vê krîzê safî bibe. 
 
Tirkiyeya ku li Îdlîbê teahûdên Rûsyayê bi cih neanîn, tenê ne ew û Rûsyayê dibe ku ew komên piştgiriyê dide wan jî li ber pozê hev bisekinin. Tirkiye ku hem ji bo Rûsyayê hem jî ji bo komên çekdar qozên wê hema bêje qet nemane, niha di warê polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de dixwaze careke din xwe nêzî NATO'yê bike û têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re qut bike. Lê belê ji ber peymanên wê yî leşkerî, siyasî û aborî yên di salên dawî de bi Rûsyayê re kirine, nikare xweşikî xwe tev jî bide. Her wiha Tirkiye li hemberî Rûsyayê dixwaze NATO garantiyekê bide wê û ji bo hevsengiyên nû jî hin hevdîtinan çê dike. Nêzîkbûyîna Tirkiyeyê ya ber bi NATO'yê ve dibe ku bi xwe re bibe sedema hin geşedanên nû û dibe ku rageşiya li Îdlîbê zêdetir jî bike. 
 
Her wiha di polîtîkaya Sûriyeyê de nêzîkbûyîna wê ya ber bi NATO'yê ve dibe ku tesîrê li siyaseta wê ya navxweyî jî bike. Tirkiye di sala 2015'an de piştî balafira Rûsyayê xist bêtir ligel Rûsyayê cih girt û polîtîkayên xwe jî li gor vê yekê diyar dikir. Hem di warê siyasî hem jî di warê eskerî de bêtir ketibû bin tesîra Avsrasyayê û AKP û Partiya Vatanê û netewperwer ku bêtir nêzî Avrasyayê ne tifaqek çê kiribûn. Lê heger Tirkiye bi NATO'yê re tev bigere dibe ku derz li vê tifaqê jî kevin û ji xwe ji niha ve dengê kesên nêzî NATO'yê bilindtir dibe. Têkiliyên ku Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar bi hêzên girêdayî NATO'yê re çê dike jî vê yekê nîşan dide. 
 
Ligel van geşedanan Tirkiye ji bo Îdlîbê li rêyên nû digere û di navbera her du aliyan de diçe û tê. Tê diyarkirin ku êdî wext hatiye ku Tirkiye hêlekê diyar bike. 
 
MA / Nazim Daştan