Li Gîresûnê girtî 24 saetan tên şopandin

  • rojane
  • 09:06 15 Sibat 2020
  • |
img

GÎRESÛN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Giresûnê, bi rêya malbatan agahî dan û diyar kirin ku zextên li ser wan zêde ne. Girtiyan anîn ziman ku lênûsk û pirtûkên wan kom dikin û her ode bi 3 kamerayan 24 saetan tê şopandin. 

 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Giresûnê diminin bi rêya malbatên xwe agahî dan. Girtiyan anîn ziman ku zextên li ser wan zêde ye. Girtî Mehmet Çagirici bi rêya malbatê agahî da û wiha got: "Malzemeyên me yên perwerdehî û lêhûrbûnê yên wekî pirtûk û lênûsan nadin me. Odeya me bi zorê vala kirin û em ji hevalên me qut kirin. Lêgerîna ku rûmeta me dişkînin dikin. Hevalên me dernaxin faîliyetên çandî u civakî. Hevalekî me yê bi navê Mehmet Reşît ji Mardînê sewqî vir kiriye. Em dixwazin wî bînin cem me. Lê wî naşînin cem me. Dîsa hevalên me ji bo tedawiyê naşînin revîrê û dermankirina me asteng dikin. Bijîşk bîrdozî nêzîkî me dibin. Li her odeyê 3 kamera hene û bi kamerayan 24 saetan me dişopînin. Li vir Midûrê Girtîgehê Mustafa Dogan gefan li me dixwe." 
 
Malbata Çagirici, diyar kir ku dê têkildarî mijarê serî li ÎHD'ê û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) yên Amedê bidin.