ÎHD'a Antalyayê: Rewşa 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye

  • rojane
  • 09:05 15 Sibat 2020
  • |
img

ANTALYA - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Antalyayê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye û got, divê girtiyên mafên wan î tenduristiyê tên astengkirin demildest bên berdan. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, di meha Sibatê de çûye Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û hevdîtin bi girtiyan re çê kiriye û der barê rewşa girtiyên nexweş de raporek amade kiriye. Di raporê de der barê Devrîm Ayikê ku nexweşîna CHRON lê peyda bûye û ji sedî 76 rapora wî heye, Terfa Akçin a ku Hebatîp B lê peyda bûye û Şerîf Agûyê pençeşêr lê peyda bûye de hin agahî hatine parvekirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku mafê tedawiyê û tenduristiyê yên girtiyan tê astengkirin û divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
'REWŞA AYIK DI XETEREYÊ DE YE' 
 
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik her diçe xirabtir dibe û ji dev, poz û paş wî de xwîn tê. Her wiha di raporê de hatiye gtin ku vîtamînan nadin Ayik û mafê wî yê tenduristiyê tê bipêkirin. 
 
REWŞA AKÇINÊ QET NEBAŞ E 
 
Her wiha di raporê de ji bo Terfa Akçin a 8 meh in girtiye û ji sala 2008'an ve di warê psîkiyatriyê de tê tedawîkirin her diçe xirabtir dibe. Di raporê de ji bo Akçinê wiha hatiye gotin: "Rewşa Akçinê qet nebaş e. Hevjînê wê gotiye berê jî hewl daye întihar bike." Di raporê de ji bo Akçinê hatiye diyarkirin ku di şert û mercên wiha de ragirtineke nexweşekê nayê qebûlkirin û ji ber ku di girtîgehê de ye jiyana wê bêtir ber bi xeterebûnê ve diçe. 
 
RAPORA WÎ HEYE LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN 
 
Di raporê de ji bo Şerîf Agûyê ku ji 22'yê Hezîrana 2016'an ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtiye hatiye gotin ku di 30'yê Adara 2019'an de ji bo veguhastina organê emeliyat bûye û beria-ya emeliyatê 3 caran ew şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û saziya tiba edlî rapor dayê û di raporê de hatiye gotin ku nikare di girtîgehê de bimîne. 
 
Di raporê de ji bo her sê girtiyên nexweş hatiye destnîşankirin ku jiyana her 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye û divê girtiyên mafên wan î tenduristiyê tên astengkirin demildest bên berdan. 
 
MA / Hamdûllah Kesen