Wê Baroya Wanê daxilî dozên der barê aşûtê de bibe

  • rojane
  • 09:04 15 Sibat 2020
  • |
img

WAN - Li Wanê, ji ber aşûta qewimîbû 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Niha jî welatî dê ji ber îhmalkariyên rû dane dozê vebikin. Baroya Wanê jî aşkere kir ku ew ê daxilî van dozan bibin. 

Li ser rêya Wan-Miksê aşût çê bûbû. Di aşûtê de 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Niha jî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane wê der barê îhmalkariyên rû dane dozê vebikin. Baroya Wanê jî aşkere kir ku ew ê daxilî van dozan bibin. 
 
Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kûtevî, anî ziman ku ji ber îhmalkariyê 41 mirovî jiyana xwe ji dest daye û divê welatî der barê kesên berpirsiyar de dozê vebikin. Kûtevî, got: "Em Baroya Wanê daxlî gelek dozên binpêkirinê mafan bûne. Em baroya Wanê em ê daxilî dozên ku welatî der barê aşûtê de vebikin bibin û ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha ji bo lêkolînkirina îhmalkariyê û ji bo aşkerekirina sûcdaran em ê bişopînin." 
 
'ÎDARE QISÛRDAR E' 
 
Kûtevî, bibîr xist ku di vê felaketê de berpisiyariya mezin a îdareyê ye û got: "Em Bariya Wanê, me hem hevdîtin bi Serdozgeriya Şaxê hem jî bi malbatan re çê kir û raporek amade kir. Me di raporê de jî diyar kiriye ku piştî aşûta ewil tevdîrên diviya bên girtin nehatine girtin. Di vira de qsrûdar îdare ye." 
 
'EM Ê BIŞOPÎNIN' 
 
Kûtevî, anî ziman ku ji bo îdare di karekî de neqisûrdar be divê beriya felekat çê bibin tevdîran bigire û got: "Loma li deverên ku îhtimal aşût lê çê bibin an jî tiştekî din lê biqewimin, divê hin tevdîr bên girtin." 
 
Kûtevî, destnîşan kir ku ji bo îhmalakarî bi her awayî aşkere bibin tişta bikeve ser milê wan dê bikin û wê şopdarê vê yekê bin. 
 
MA / Adnan Bîlen