Platforma Zimanê Kurdî di 22'yê Sibatê de konferansekê li dar dixin

  • rojane
  • 09:03 15 Sibat 2020
  • |
img

AMED - Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner, diyar kir ku dê di konferansa 22’yê Sibatê konferansa Platforma Zimanê Kurdî li dar bixin û li ser xalên ‘Ziman û Perwerde’, ‘Ziman û Fermiyet’, ‘Ziman û Rewşenbîr’  û ‘Ziman û Gel’ rawestin. 

Platforma Zimanê Kurdî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Azadî, Platforma Demokratên Kurd-Bakûr (PDK-Bakûr), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T),  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadiyê ya Kurdistan (PAK) pêk tê, dê di 22'ê Sibatê de konferansa Zimanê Kurdî li dar bixin. Endamên Platformê hefteya borî pirsgirêkên zimanê kurdî li Enqereyê bi partiyên siyasî re axivîn û encama hevdîtin û bernameya xwe ya 21’ê Sibatê bi raya giştî re parve kirin. Rêverberê Platforma Zimanê Kurdî Îrfan Soner diyar kir ku wek platform xetereyên li ser ziman dîtin û ji bo pêşiya vê xetereyê bigirin gelek civîn li dar xistin û wiha got: “Em ê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniyekê bidin. Piştî wê em ê di 22’ê Sibatê konferansê li dar bixin.”
 
‘KONFERANS WÊ LI SER ÇAR XALAN WERE LI DAR XISTIN’
 
Soner, da zanîn di konferansa 22’yê Sibatê de dê li ser çar xalan bisekinin û wiha axivî: “Xalek ‘Ziman û Perwerde’ ye. Ji bo perwerdehiyê de ziman bi çi awayî pêş bikeve û çawa bibe zimanê perwerdehiyê emê niqaş bikin. Ya duyan ‘Ziman û Fermiyet’ e. Di warê fermiyetê de ziman dê çawa têkeve jiyanê. Ji bo wê em ê xebatên çawa bikin? Eme niqaş bikin. Ya sêyemîn jî ‘Ziman û Rewşenbîr’ e. Niha rewşenbîrên me gelek hunerên didin nîşandan. Lê girîngiyê nadin ziman. Ji ber vê, tişta ku dikeve ser pişta rewşenbîran emê niqaş bikin. Em ê biryarê bigirin ku di vê qadê de xebatekê bidin meşandin. Ya çaran jî ‘Ziman û Gel’ e. Di navbera gel de zimanê me çawa tê axaftin. Çima nayê axaftin. Em dê çawa xetera li pêş ziman rakin niqaş bikin. Em dê di konferansê de biryarên girîng bigirin û hewl bidin xetereyên heyî rakin." 
 
‘BI HDP’YIYAN RE HEVDÎTIN KIRIN’
 
Soner, dest nîşan kir ku li ser ziman bi parlementerên HDP’ê yên di Komisyona Perwerde ya Ziman a Meclîsê de cih digirin dixebitin û wiha berdewam kir: “Berî demekê me hevdîtin bi HDP’yiyan re kiribû. Dîsa em ê bi komisyona wan re biaxivin. Di wir de bi kîjan kanûnan dikarin pêşiya ziman vekin. Li ser vê em bi hevre dixebitin. Em dikarin bi wan re biryaran bigirin û ew jî di parlementoyê de bînin rojevê û di warê yasayî de bikin qanûn.”
 
‘DI XEBITIN KU BI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE HEVDÎTIN BIKIN’
 
Soner, bibîrxist ku wan bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji niha û pê de jî di warê navneteweyî de em dikarin çi bikin? Em li ser sê qadan disekinin. Em di nava gel de, li Tirkiyeyê û parlementoyê û qada cîhanê de em dikarin çi bikin? Em ê sazî û dezgehên navnetewî yên weke Neteweyên Yekbûyî (NY), UNICEF, Yekitiya Ewropayê (YE) û yên din li ser ziman hevdîtînê bikin. Xebatên me dest pê kirine." 
 
Soner, herî dawî destnîşan kir ku bê zimanî bê welatî ye û got: “Heke zimanê me tune be welatê me jî tune ye. Heke welatê me hebe gereke zimanê me jî hebe. Gereke em biryarekê bidin. Heke em bêjin zimanê me yê dayikê ye û maf e gereke em di her qadê de mala xwe dest pê bikin heta kolana heta sazî û dezgehên dewletê û saziyên civakî yên sivîl zimanê xwe biaxivin. Heke em ne axivin dê ji holê rabe. Em vê xeteriyê bibînin û bikin xeta sor wê demê dibe ku em peşiyê li xetereyê bigirin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Gulistan Dinç