7 roj borîn lê Hurmuz û Şîmonî yên keldanî hêj nehatine dîtin

  • rojane
  • 18:04 17 Çile 2020
  • |
img
ŞIRNEX – Li Şirnexê Hurmuz û Şimonî Dîrîl ên hevjînên ev ku winda bûne, 7 roj borîn  hêj agahî ji wan nayê girtin. 
 
Hurmuz (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hevin û li gundê Mehrî ya bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve dijîn, ji 11’ê çile ve agahî ji wan nayê girtin. Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan têkildarî agahî negirtina malbata Dîrîl daxuyanî da û ragihand ku li herêmê bi beşdariya eskeran xebatên lêgerînê didome. 7 roj borîn, lê hêj tu agahî ji Hurmuz û Şîmonî nehatiye girtin. Hin agahiyên ku tê gotin hevjîn Dîrîl hatine revandin. Ji ber ku rêya gund bi berfê hatiye girtin, lêgerîna li herêmê heta niha bi encam nebûye. Lêgerîna eskeran a bi drone (İHA) ya li herêmê didome.