AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de bal kişand ser baweriya ji bo daraza serbixwe û got: “Daraz bi tevahî ketiye bin kontrola îqtîdarê.”
Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin û bên darizandin di hefteya 211’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî bêcezakirinê bi her awayî daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman û ew ê dest ji têkoşîna xwe ji bo bûyer ronî bibe bernedin. Aydin bal kişand ser baweriya xelkê ya ji bo daraza serbixwe û got: “Daraz bi tevahî ketiye bin kontrola îqtîdarê. Baweriya ji bo darazê ji holê hatiye rakirin.”