Bavê zaroka xwe îstîsmar kir hat binçavkirin

  • rojane
  • 15:56 17 Çile 2020
  • |
img
AMED - Li navçeya Karazê ya Amedê bavê zaroka xwe ya 16 salî îstîsmar kir hat binçavkirin. Piştî bûyerê zarok birin li leyliyê bi cih kirin. 
 
Li Navçeya Karazê ya Amedê zaroka 16 salî tişta bi serê wê de hatiye bi nameyekê bi Komeleya Rengarenk Umutlar re parve kir. Piştî komeleyê name bi Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê re parve kir, Nûnerên baroyê li gel cendirmeyan çûn gund û zarok birin li Navenda Şopandina Zarokan a Amedê bi cih kirin. Piştî bûyerê cendirmeyan îfadeya bav girt û bav binçav kirin. Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê li ser hesabê twitterê daxuyanî da û diyar kir ku dê şopdarê bûyerê bin.