Bertekên li dijî Waliyê Dersîmê: Heta niha hûn li ku bûn?

  • rojane
  • 14:57 17 Çile 2020
  • |
img

DERSÎM - Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, bertek nîşanî daxuyaniya Walî a “Aramiya bajar xera dikin" da û got: “Ew qas bûyerên bê rûmet ên tecawiz û kuştinên jinan zêde ne, heta niha hûn li ku bûn? " 

 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersîmê, bi dirûşmeya “Em destûr nadin çilviriranê. Em dê li xwe, zarokên xwe û pêşeroja xwe xwedî derkevin" li Qada Seyît Riza daxuyanî dan. Nûnerên rêxistinên civakî, windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku û tecawizkirina 15 zarokên li Periyê şermezar kirin. Di çalakiyê de Parlamenterên HDP'ê Alican Onlu û Mehmet Ruştu Tiryakî û nûnerên Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê amade bûn. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Jin jîyan azadî”, “Dersîm ranezê li Gulistan xwedî derkevin" berz kirin. Di çalakiyê de Hevserokê HDP'ê yê Dersîmê Nurşat Yeşîl, diyar kir ku li navçeyên Xozat, Pilûr Periyê li ser hev zarok hatin îstîsmarkirin û wiha got: "Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku jî bi rojan e agahî jê nayê girtin."  Yeşîl, xwest rayedarên fermî li dijî tacîz û tecawizê erka xwe pêk bînin û got: "Divê kesên tacîz û tecawiz dikin bên darizandin û cezakirin. Divê neyên efokirin." 
 
Parlamenterê HDP'ê Dersimê Alîcan Onlu jî anî ziman ku têkoşîna ku gel, jin û ciwanên li Dersimê dimeşînin têkoşînek bi rûmet e. Onlu bal kişand ser kamerayên polîsan û wiha got: “Li vir ew qas bêrûmetî, taciz û tecawiz zêde  ye, jin tên qetilkirin. Ev kamera li ku bûn? Mirov piçek şerm dike. Dema li vî bajarî zarok tên tacîz û tecawizkirin, çima kamerayên polîs û eskeran tacîz û tecawizkar zeft nekirin? Çima asteng nekirin. Walî êdî ne walî ye. Îktîdara AKP-MHP'ê êdî serokê vî bajarî ye. Di bin berpirsiyariya wî de zarok tên kuştin û jin tên tecawizkirin. Di bin berpirsiyariya te de reng û sincê vî bajarî xera dibe. Divê ev walî demek berî demekê îstîfa bike." 
 
Onlu, anî ziman ku dibêje "Li şûna hûn derkevin çiya û siyasetê bikin, kirina fihûşê bi xêrtir e" û wiha axivî: "Binerin ev hişmenî, hişmendiya tecawizkar û dijminê jinê ye. Hemû bajar di bin kamera de ye. Zarok di bin berpirsiyariya we de tên tecawizkirin. Divê hûn xwe bidin pêşberî kamerayê. Divê li dijî vê yekê ev têkşîna rûmetê li tevahiya Kurdistanê belav bibe." 
 
EDENE 
 
Platforma Jinan a Edemeyê jî bi heman armancê daxuyanî da. Platformê, ji bo Gulistan Doku li Parka Bi Heykel  daxuyani da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de dirûşmeya "Gulistan Doku  li ku ye? berz kirin. Li ser navê Platformê Prz. Zelal Demiray, anî ziman ku di serdema AKP'ê de tacîz, tecavuz, cînayet û cudakarî zêde bûye. Demîray, xwest demek berî demekê aqûbeta Gulistan bê ronîkirin." 
 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) ya Mêrsînê daxuyanî dan. Li ser navê Platformê Derya Narli daxuyanî da û wiha got: “Li cihekî wekî Dersîmê biçûk, midûriyeta polîsan derzî jî winda bibe dikarin bibînin. Çima midûriyeta polisan Gulistan nabînin? Walî bi qedexeyan dixwaze bajar bêdeng bike. Ji ber bavê Zaynal Aborak ê ku bûye sedema windakirina Gulistan Doku polîs e ew derxistin dervê bajar. Ev pirsên nû ava dikin. Ji bo Doku bê dîtin têkoşîna me dê bidome."