Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • rojane
  • 13:22 17 Çile 2020
  • |
img
STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên li cem Ocalan ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li cem Ocalan ragirtî ne jî ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan. 
 
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbû. Serlêdanên malbatan ên ji 12’ê tebaxê ve tên redkirin.