Bapîrê tecawîzê neviyên xwe kir bi 23 salan hat cezakirin

  • rojane
  • 11:08 17 Çile 2020
  • |
img

HATAY - 23 sal cezayê girtigehê li kesê bi navê C.O. yê li Hatayê tecawîzî du neviyên xwe kir, hat birîn. Dadgehê derbarê C.O. de biryara girtinê da. 

 
Danişîna biryarê ya doza derbarê zilamê 74 salî C.O. yê li navçeya Arsûz a Hatayê tecawîzî du neviyên xwe yên temenê wan 14 û 15 salî kir de hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê hat dîtin. Bersûc C.O. yê negirtî dihat darizandin, dayika zarokên mexdûr, gazinker û parêzerên her sê aliyan beşdarî danişînê bûn. Bi dest pê kirina danişînê re şahid hatin guhdarkirin. 
 
Dozgerê ku di danişîna derbasbûyî de mutalaya xwe pêşkêş kiribû, xwest ku bersûc O.C.  bi sûcdariya “Tecawîzê xizmên xwe kirin” bê cezakirin û girtin. 
 
Bersûc li ser vê yekê îfadeyên xwe yên di danişînên derbasbûyî de dayîn, dûbare kir û sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin. 
 
PARÊZER PARASTINEK BAL KÊŞ KIR!
 
Parêzerê bersûc di parastina kir de, sûcdariyên li ser muwekîlê xwe red kirin û got: “Muwekîlê min bêsûce. Gelo zarokan çima evqas sal bûyer ne anîn ziman. Ev bêmafiye. Ji xwe şahidê zarokan tuneye.”
 
Parêzera zarokan Mehtap Sert jî, diyar kir ku ev kes sûcdar û divê bê cezakirin. Sert, da zanîn ku rapora Tipa Edlî her tiştî pişt rast dike û wiha got: “Bersûc ji zarokan dûr nasekine. Divê bê girtin.” 
 
Şandeya dadgehê, bi sûcdariya “tecawîzî xizmên xwe kirinê” 23 sal cezayê girtîgehê li bersûc C.O. birî û derbarê wî de biryara girtinê da.