Girtiyên Girtîgeha Xarpêtê 13 name ji ÎHD'ê re şandin

  • rojane
  • 09:14 17 Çile 2020
  • |
img

AMED - 21 girtiyên Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê 13 name ji Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Wê ÎHD biçe girtîgehê. 

21 girtiyên di Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê de name ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Hikumxwarên di qawîşên cuda de dimînin 13 name şandin. Hikumxwar Yaşar Kirmizi, Metîn Tanriverdî, Bahrî Dag, Îbrahîm Al, Sînan Amaç, Necmettîn Efe, Barzanî Aşkan, Erol Çetîn, Duzgun Aydin, Ogir Topdemîr, Mûstafa Geylan, Abdûrrahman Dînç, Yûsûf Alîcîoglu, Duzgun Kemal Akçîçek, Metîn Erdem, Şerîf Gungen, Nîhat Bakirtaş, Huseyîn Keser, Huseyîn Polat, Ercan Aslan û Soner Oz name şandin. 
 
MUAYENEYA KELEMÇEKIRΠ
 
Girtiyan di nameyên xwe de gotin: "Daxwazên me yên ji bo sewqkirina nexweşxaneyê demeke dirêj nayên bersivandin. Piştî tên qebûlkirin jî muayenekirina bi awayê kelemçekirî tê ferzkirin. Ev rewş dijî mewzûata neteweyî û navneteweyî ye. Binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye. 
 
CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ 
 
Tim di bin navê lêgerînê de davêjin ser qawîşan. Di avtina ser qawîşan de amûrên me tên belawelakirin. Dest datînin ser amûrên me yên taybet û lênûskên me. Di dema van lêgerîna de bi awayekî fizîkî êrîşî girtiyan dikin. Ji ber amûrên tên desteserkirin bi awayekî kêfî cezayên dîsîplînê dibirin. Halbûkî pirtûk û amûrên din piştî kontrolkirinê diviya bidanan me, çimkî ne amûrine qedexe ne. 
 
Li gorî xala 60'an a qanûna jimare 5275'an diviya em sûdê ji çalakiyên wekî çand, huner, spor, hwd. bigirin, lê belê em nikarin bigirin. Em nikarin bi awayekî rêkûpêk tev li kursan û fealiyetên civakiyî yên din bibin. Li gor qanûnê diviya ev fealiyet heftê 10 saetbûna lê heftê 45 deqeyan didin. Ji pirtûkxaneyê tenê em ji pevguherînê sûdê digirin. Ji xeynî vana em sûdê ji çalakiyên din jî nagirin. Radyoyên me hemû desteserkirine. Dixwazin em radyoyên li qantînê tên firotin bikirin. 
 
Ji bo pirtûkan kota danîne, ev jî 7 pirtûk in. Her wiha gava di çapemeniya nivîskî de peyvên kurd, Kurdistan hwd. derbas bibe nadin ma. 
 
Hevdîtina vekirî mehê carekê ye. Lê xweşikî em nikarin malbata xwe û xizmên xwe hembêz bikin û sohbet bikin. di navbera me de maseyeke mezin heye û em rû bi rû rûdinên. Li girtîgehên din hevdîtineke bi vî rengî tuneye. 
 
Fiyetên tiştên li qantînê pir buha ne. Her wiha gelek amûr bi awayekî kêfî nayên firotin; têfikên metal, meqesa simbêla, mûçing, daksîl, prît hwd. 
 
Em dixwazin hevdîtinê bi rayedarên saziyê re çê bikin lê belê pirî caran daxwaza me tê redkirin. Gava tê qebûlkirin jî helwestên midûran an jî karmendan qet nebaş e. Mesela di dema hevdîtinê de nahêlin em rûnên. Ev ne tiştekî mirovane ye û di warê aborî de mirovan nerihet dike. 
 
GARDIYAN HEQARETÊ DIKIN
 
Tim û tim cezayê dîsîplînê tên birîn. Pêkanîna demek dirêj avêtina hucreyê pêk tê. Helwestên gardiyanan qet nebaş in. Tim heqaretê dikin û gefan dixwin. Îşkenceya fizîkî dikin. Ji ber van pêkanînan jî cezayekî dîsîplînê an jî lêpirsîn nayê destpêkirin". 
 
WÊ ÎHD BIÇE GIRTÎGEHÊ 
 
Hat diyarkirin wê Şaxa ÎHD'a Amedê ji Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê heyetekê bişîne girtîgehê û piştî hevdîtina bi girtiyan re wê raporek bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin.